Cerdevanê tecawîzî jina astengdar kir nehat girtin

Li gundek Sêrtê derket holê ku cerdevanekî tecawizî jina astengdar kiriye. Piştî bûyer derket holê jî cerdevanê tecawîzkar nehat girtin.

Sêrt - Li gundekî navçeya Xizxêrê ya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê hat hînbûn ku  cerdevanekî tecawizî jina astengdar kiriye. Piştî ku jina astengdar rakirine nexweşxaneyê bûyer aşkera bûye. Wezareta Polîtîqayên Civakî û Malbatê jina astengdar girtin bin parastinê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
Hat hînbûn ku cerdevanê tecawîzkar negirtine û serde jî dixwazin ser bûyerê bigirin.