Cenazeyên 3 zarokên ku li Êlihê li ber lehiyê ketibûn hat dîtin

Cenazeyên 3 zarokên ku di lehiya ku ji ber barana zêde ya li Êlihê pêk hat de winda bûbûn hatin dîtin. Li Êlihê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 4’an.

Navenda Nûçeyan – Li taxa Seyîtlerê ji ber lehiya ku şeva borî barana zêde li Êlihê bariya, xaniyekî kerpîç hilweşiya. Lalihan Guner a 54 salî dema bi 5 zarokên xwe re li ber deriyê mala xwe bi ber avê ketin. Li ser agahdarkirina ekîbên lêgerîn û xilaskirinê sewqî herêmê kirin. 3 kesên birîndar duh bi şev hatin rizgarkirin, dayika zarokan Lalihan Guner a 54 salî li nexweşxaneya ku rakirin jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyên sê xwişk û bira hatin dîtin

Di lêgerîna ku danê sibehê dewam kir de, cenazeyê yek ji birayên Îsrafîl Guner ê 5 salî ku li ber lehiyê ketibû hatibû dîtin. Piştre cenazeyê Asenat Guner ê 1 salî û yê 9 salî ku navê wî nehat zanîn hatin dîtin. Cenazeyên zarokan ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Hejmara kesên ji ber lehiya ku piştî barana bi bandor li Êlihê bariya jiyana xwe ji dest dan gihîşt 4’an.