Cenazeyê Eylem Şafak Aydin ji bin kavilan hat derxistin

Li bajarokê Antakya ya Hatayê ev 5 rojin, Cenazeyê keça Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Eylem Şafak Aydin a di bin kavilan de mabû serê vê sibehê ji bin kavilan hate derxistin.

Navenda Nûçeyan- Erdhejên ku bi pileyên 7,7 û 7,6 di 6’ê sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê çêbûn li 10 bajaran bû sedema hilweşînê. Yek ji bajarên erdhej lê çebû jî Hatay bû. Keça Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Elîf Şafak Aydin di bin kavilan de mabû. Oneren bi alîkariya gel roja ewil a erdhejê ji bin kavilan hatibû derxistin. Hate diyarkirin ku keça Oneren, Eylem Şafak Aydin di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye.

Bavê Eylem Şafak hunermend Orhan Aydin li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev agahiya gihandina cenazeyê keça xwe parvekir.

Di roja yekem ya erdehejê de Elif Torun Oneren ji bin kavilan derxistibûn. Hat zanîn ku îro di saet 07:30’an de xwe gihandine cenazeyê Eylem Şafak Aydin. Partiya Şoreşger li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “5 rojên dirêj… mixabin gihan cenazeyê Eylem Şafak Aydın. Em di serî de ji dayika Eylemê Hevseroka me ya Giştî Elîf Torûn Oneren û bavê wê Orhan Aydin û hemû xizmên wê re sersaxiyê dixwazin.”