Buroya Jin a Tev-Dem’ê: Em agahiyek zelal der barê Rêber Apo de dixwazin

Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da, daxwaz kir ku tecrîd bi dawî bibe û tavilê agahiyeke zelal ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin.

Qamişlo – 22 meh in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê afirînerê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye û 24 sal in li girava Îmralî tê girtin agahî nayê wergirtin. Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna endamên buroyê û ofîsên di bin sîwana Tev-dem’ê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Odeya Sînaa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sewsen Hisên ve hat xwendin.

Bang li CPT

Di daxuyanî de hat diyarkirin ku ev 22 meh in tu agahî li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha hat gotin: “Em wekî Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û federasyon û odeyên di bin banê wê de, bang li raya giştî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku derbarê rewşa Rêber Apo de agahî bidin. Zêdeyî 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye tevî vê tecrîdê jî, ji 22 mehan zêdetir in ku tecrîda girankirî ya li ser wî giran kirine. Em bang li Komîteya Têkoşîna Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dikin ku li dijî binpêkirinên hiqûqî yên dewleta Tirk a faşîst a li dijî Rêber Abdullah Ocalan, xwedî helwest bin. Em weke jin û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin agahiyên zelal der barê Rêberê xwe de bibihîzin.”

‘Azadiya Rêbertî azadiyê jinan e’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke mîmarê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya tevahî jinan e û wiha hate gotin: “Em weke jinên ji hemû pêkhateyan tiştên ku Rêbertî daye jinan ji bîr nakin, ji ber ku jibîrkirin xiyanet e û em daxwaz dikin ku tecrîda li ser azadiya Rêbertî raweste, ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya jinan e. Dewleta Tirk a dagirker bi îşkenceyên derûnî yên li ser Rêbertî pêkanînên dijmirovahî pêk tîne, em vê çalakiya sîstematîk a ku li dijî xalên xala 1 ya Peymana Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê hatiye eşkerekirin, li gorî prensîbên ku hatine diyarkirin qebûl nakin. Li gor Peymannameya Neteweyên Yekbûyî divê li gorî hiqûqa navneteweyî bi lez tedbîr bên girtin ku garantiya xurtkirina baweriya gel bi civaka navneteweyî bike, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî, bihêle parêzerê wî bi wî re hevdîtinê bike û serbest berde.”

‘Divê şert û mercên tenduristiya Rêber Apo deynin ser milê xwe’

Buroya Jin a Tev-Dem got ku divê rêxistinên navneteweyî ji ber rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe berpirsyar bibînin, di heman demê de xwestin ku ev tecrîd bi dawî bibe û daxuyanî wiha hat bi dawîkirin: “Divê rêxistinên navneteweyî destwerdanê bike û şert û mercên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deyne ser milê xwe. Em vê daxuyaniyê li ber berpirsyariya dîrokî ya ku bi nirxdayîna hestên heqîqetê û nirxdayîna Rêbertî zerarê dide Rêbertiyê radigihînin ku nêrînek zelal ji bo derfeta hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û azadiya fîzîkî bê dayîn. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de ya jinê ye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta azadiya fîzîkî misoger bikin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Azadî ji bo Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.