Beşdarên konferansa pêkhateyan: Yekîtî bi xebatên hevbeş pêk tê
Jinên ku beşdarî konferansa yek helwesta ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, gotin ku "Yekîtî ne bi silogan bi xebatên hevbeş pêkan e."

AVRÎN NAVDAR
Hesekê – Pêvajoya ku niha Sûriye tê re derbas dibe, hevgirtin û pêşîgirtina dûrxistina jinan hewce dike. Ji ber vê yekê Konferansa yek helwesta ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşmeya "Bi hevre ji bo pirrengiya ku yekîtiya me xurt dike û hevkariyek ku siberoja me ava bike" pêk hat. Di konferansa ku li bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin de nêzî 500 delegeyên ji pêkhateyên herêmê amade bûn.
Di konferansê de her pêkhateyek bi cil û bergên xwe yên ku nasnameya wan diyar dike cihê xwe girtin û pirrengiya herêmê nîşan dan. Her wiha kesayetên oldar ji Suweyda û perava Sûriyeyê jî bi dîmen beşdarî konferansê bûn û yekîtiya gelan nîşan dan. Beşdarên konferansê anîn ziman ku yekîtiya gelên Sûriyeyê nayê wateya dûrxistina ti pêkhateyek, nenavendîbûn nayê wateya parçekirina welat. Beşdaran gotin ku desthilatdar her tim bi riya sepandina nijadperestî û zordariyê dixebitin da ku sîstemek navendî ya li dijî daxwazên gelê Sûriyeyê biafirînin.
'Hebûna me li konferansê yekîtiya pêkhateyên Sûriyeyê nîşan dide'
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ji kantona Reqayê Xûd El-Îsa da zanîn ku beriya konferansê civîn li hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine lidarxistin û wiha got: "Şerê medyayî herêmên me bi taybet kantona Reqayê, hedef girt û medyaya girêdayî komên tundrew hewl da ku di navbera pêkhateyên herêmê de fitneyan belav bike, lê hebûna me li vir peyamek e ji bo rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û hêzên herêmî û navneteweyî ku em yek gel in, di navbera me de tu cudahî nîne û em bi hemû pêkhate, cûdahî û olên xwe re di aştî û rêzgirtinê de dijîn. Bi siya pakrewanên me, em di nava ewlehî û aramiyê de dijîn. Her wiha aştî bi saya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêmê pêk hat."
'Konferans peyamek e ji bo kesên ku dixwazin nîjadperestiyê belav bikin'
Xûd El-Îsa bang li avakirina Sûriyeyek nû piralî û nenavendî ku aştî tê de bê jiyîn kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em nabêjin kêmnetewe an piranî. Em yek gel in. Me ezmûna Rêveberiya Xweser jiyaye, ku divê ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe modelek. Di herêmê de gel xwe birêve dibin û herêmên xwe diparêzin. Silogana me yekîtiya Sûriyeyê ye, pirrengiya wê were parastin û ew bibe nenavendî, demokratîk, piralî. Divê ew bibe Komara Sûriyeyê ji bo hemû gelê Sûriyeyê di nav xwe de bigire. Ev konferans peyamek e ji bo kesên ku dixwazin nîjadperestiyê belav bikin. Em li pişt hêzên xwe, Hêzên Sûriyeya Demokratîk disekinin û bawer dikin ku çareserî divê Sûrî-Sûrî be bi rêya diyalogek berfireh ku hemû Sûriyan di nav xwe de bigire."
'Konferans banga yekgirtina helwestên pêkhateyan dike'
Hevseroka Encumena Gelên Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo û ji pêkhateya Suryan e, tekez kir ku konferans bangek ji bo yekîtiya hemû pêkhateyan de dike da ku Sûriyeya nû ava bikin û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji sala 2014'an ve beşdarî damezrandina Rêveberiya Xweser bûme. Ev proje mafên jinan parastiye û bûye sedema bidestxistina gelek destkeftiyan. Encumena Gelên Demokratîk hevpeymana Civakî di xala 110'an de ku behsa damezrandina encumena jinan ser asta herêmê dike, pejirand. Ew girîngî dide karûbarên jinan û piştevaniyê dide îradeya wan a beşdarbûna hemû waran. Em hêvî dikin ku konferans serkeftî be û di piştevaniya gelê Sûriyeyê de ji bo beşdarbûna di rêveberiya Sûriyeyê ya pêşerojê de û avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, piralî, navendî û sivîl ku gelê Sûriyeyê tê de xwe bi xwe birêve bibe, cih bigre. Di hevpeymana Civakî de rêjeya beşdariya jinan ji sedî 50'î ye, ku di hemû waran de cih digrin."
'Yekîtî bi sloganan pêk nayê bi xebatên hevbeş pêk tê'
Mona Barouta ku xwest cilên kevneşopî yên Aşûrî li xwe bike û beşdarî konferansê bibe da ku nasnameya xwe nîşan bide wiha axivî: "Civaka Aşûrî bi hemû mezhebên xwe diyar dike ku yekîtî ne tenê bi dirûşmeyan, bi çalakiyên hevbeş li ser erdê û bi veguherandina cihêrengiyê ji bo avakirina Sûriyeyek piralî, demokratîk û ewledar ku her kes tê de wekhevî û edaletê bijî, pêk tê. Cihêrengiya neteweyî û olî faktorên hêzê ne, ne qelsiyê ne, eger li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û naskirina wekhev a mafên hemûyan were avakirin.”
'Konferans helwesta xwe li dijî parçekirina Sûriyeyê nîşan dide'
Berdevka Yekîtiya Jinên Êzîdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediya Şemo diyar kir ku lidarxistina vê konferansê gevek girîng e ji bo pêvajoya niha ya Sûriyeyê û wiha got: "Helwesta civakên Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk pir girîng e. Komkujiyên ku li peravên Sûriyeyê li civaka Elewî û li Syweydayê li civaka Durzî hatine kirin, her wiha revandin û kuştina sivîlan a li herêmên di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam de, armanc dikin ku Sûriyeyê parçe bikin û di navbera pêkhateyên wê de şerekî navxweyî derxin holê. Konferansê bang li beşdaran kir ku hewlên xwe ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê li Sûriyeyê bikin yek."
'Helwesta pêkhateyên Sûriyeyê di vê konferansê de tê pêşkêşkirin'
Hediya Şemo destnîşan kir ku polîtîkayên ku hewl didin pergaleke navendî biafirînin, li dijî daxwazên gelê Sûriyeyê ne û wiha bi dawî kir: "Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê dixwaze pergaleke navendî ya yekreng biafirîne, lê Sûriye welatekî pirreng û piralî ye. Pêkhateyên Sûriyeyê her bi hev re jiyane û ew bi hev re dijîn. Ji ber vê pergaleke jiyana hevbeş yek ji daxwazên gelê Sûriyeyê ye. Lê rayedar bi riya sepandina nijadperestî û zordariyê dixebitin da ku pergaleke navendî biafirînin ew jî li dijî daxwaza gelê Sûriyeyê be. Helwesta ku ji aliyê pêkhateyên Sûriyeyê ve bi riya vê konferansê tê pêşkêşkirin, dê pêşeroja Sûriyeyê ber bi demokrasî û pirrengiyê ve bibe. Ev konferans gaveke dîrokî ye ji bo parastina destkeftiyên gelê Sûriyeyê û yekkirina refên wan ber bi Sûriyeyeke azad, bê gotinên nefretê, tundrewî û tundiyê."
'Em hewl didin ezmûnên xwe bi tevahiya Sûriyeyê re parve bikin'
Rêvebera Encumena Ermeniyan Arîf Qasbiyan da zanîn ku konferans xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku hemû pêkhateyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, di nav de Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û Aşûr, dihewîne. Arîf Qasbiyan got: "Ev yek hewlên me yên ji bo pêşkêşkirina ezmûnên xwe yên li herêmê ji bo pêşeroja Sûriyeyê û misogerkirina bidestxistina demokrasiyê nîşan dike. Sûriye bi pirrengiya xwe ya çandî û olî xweşik e û dîrok qehremaniya ku ji hêla mezhebên Sûriyeyê ve ji bo avakirina Sûriyeyek azad hatiye nemirkirin îspat dike. Em ê riya berxwedan û biryardariyê bişopînin heta ku em mafên xwe li Sûriyeyê misoger bikin. Armanca konferansê ew e ku helwest û daxwazên me ji bo pêşeroja Sûriyeyê bikin yek. Divê gelê Sûriyeyê têbikoşin da ku serkeftin û edaletê li Sûriyeya azad bidest dixin."