Buroya Hiquqê ya Sedsalê nameyek vekirî ji wezîrê edaletê ra şand
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag re nameyek vekirî nivîsand. Buroyê bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji wezîretê re got ‘Weke wezîrê edaletê tu berpirsyariya xwe bi cih tînî?
Navenda Nûçeyan- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi sernavê “Nameya me ya vekirî ya ji Wezareta Edaletê re ye” nameyek nivîsand û weşand. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku 720 roj in agahî ji muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nagirin.
Di nameya ku ji wezîrê Edaletê Bekir Bozdag re hat nivîsandin de wiha hat gotin:
“Nameya me ya vekirî ya ji bo wezîrê edaletê
Birêz Bozdag
Me tevî hemû hewldan û serlêdanên xwe 720 roj in em tu agahî ji muvekîlên xwe birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş nagirin. Herî dawî 25’ê Adara 2021’ê di şert û mercên pandemiyê de, malbatên muvekîlên me pir kêm bi telefonê bi wan re axivîn. Di heman demê de birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya pir kurt a bi telefonê de ku di pêvajoya 24 salan a girtîbûna xwe ya li Îmraliyê de cara duyemîn bi birayê xwe re axivîbû, bi taybetî xwestibû ku ji mafê xwe yê hevdîtina bi parêzerên xwe re sûdê bigre.
Serdana herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hatibû kirin
Di Sala 2019’an gelek mirovan ji bo bidawîbûna siyaseta tecrîdê, grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê li dar xistin û dawî li jiyana xwe anîn. Sala 2019’an 5 car hevdîtinên parêzeran hatin kirin û birêz Ocalan pêşî li mirina bi sedan kesan girt. Hevdîtina herî dawî ya li Îmraliyê 7’ê Tebaxa 2019’an hatibû kirin. Tevî soza Wezîrê Edaletê yê demê, nêzî 4 sal in çûyîna parêzeran a Îmraliyê hatiye qedexekirin.
Em parêzer û malbatên wan, ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu agahiyê ji Îmraliyê nagirin. Li wir çi çêdibe, tu agahî û çavdêriyek me nîn e. Hûn vê mafê ji kîjan qanûnê digrin ku hemû têkiliyên çar girtiyên siyasî yên Kurd qut dikin?
Mafê ku di erdhejê de hat dayîn li Îmraliyê nehat dayîn
Birêz Wezîr,
Di 6’ê Sibatê de li welatê me karesateke mezin a erdhejê pêk hat. Li gorî hejmarên fermî zêdetirî 48 hezar welatiyên me jiyana xwe ji dest dane, bi deh hezaran jî di bin xirbeyan de mane û birîndar bûne. Bi sed hezaran gelê me bêmal man û neçar man koç bikin. Girtiyên li girtîgehên girêdayî wezareta we, ji bo bikaribin bi malbatên xwe re biaxivin û agahî bistînin, mafê wan ê telefonê bi zêdeyî hat dayîn. Ev mafê ku di şert û mercên erdhejê de ji girtiyên bi hinceta însanî re hat dayîn jî ji muwekîlên me yên li Îmraliyê re nehat dayîn! Her wiha tevî ku malbatên her çar muwekîlên me li herêmên erdhejê dijîn jî ev yek pêk nehat.
Ma hinek girtiyên din ên ji wan xeber nayê girtin hene?
Di vê rewşê de em dixwazin bipirsin; Ma Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Îmraliyê ne girtîgeheke girêdayî we ye? Li Îmraliyê rejîmeke cuda ya hiqûqî yan hiqûqa welatekî din tê sepandin? Mesela çima girtiyên li girtîgeha Sîlîvriyê li Rihayê, li herêma erdhejê telefonî malbatên xwe dikin û aqubeta xizm û hezkiriyên xwe dipirsin, yên li Îmraliyê carek jî nikarin telefonî malbatên xwe bikin? An jî em wiha bipirsin; ji bilî Girtîgeha Îmraliyê, girtîgeheke din a girêdayî wezareta we heye ku ev çil û sê meh in tu parêzer û parêzvanên mafên mirovan nekaribin bikevin hundir? Li girtîgehên girêdayî wezareta we girtiyên ku 717 roj in agahî ji malbat û parêzerên xwe negirin hene?
Hun ê kengê bikevin tevgerê?
Birêz wezîr,
Weke hiqûqnasekî hûn jî pir baş dizanin ku tu bersiveke ji hêla hiqûqî ve bikaribe îzaheta van pirsan bike tune ye. Nexwe biryarên DMME’yê yên têkildarî mijarê û raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê jixwe li holê ne. An jî bi heman awayî hûn baş dizanin ku tabloya 24 salan a li Îmraliyê tenê ji binpêkirina rêgezên qedexeya îşkence, muameleya xerab û cihêkariyê ya PMME’yê bi sînor nîn e. Mijara bingehîn; helwesta hikûmeta we ya li hemberî meseleya Kurd e ku ji demokratîkbûnê heta aboriyê, bingeha hemû pirsgirêkên mezin e û birêz Ocalan e ku dikare di vê pirsgirêkê de bi roleke mezin rabe. Mesele ew e ku muwekîlên me li derveyî ‘pergaleke hiqûqê’, li qadeke nediyar û ne pênasekirî, di statuya rehîneyan de tê girtin. Gelo hûn ê kengî dawî li vê statuya dîlîtiyê bînin? Belkî jî pirsa esasî ev be. Weke wezîrê dadê gelo hûn di ferqa berpirsyariya xwe de ne?”