Bloka Sîteya Gaeria ya ku sewal tê de mane hilweşandin!
Bloka A ya Siteya Galeria ku di erdhejê de nîvê wê hilweşiyaye, 14 sewal tê de mane dest bi hilweşandina wê kirin. Sewalhez Şîlan Koyuncu dibêje ku 16 roj in têkoşînê berdewam dikin û li ber çavên wan zindî dimirin.
Amed- Yek ji bajarên ku di erdheja 6’ê Sibatê de zirarê dît Amed e. Li Amedê di Sîteya Galeria biloka 4 de gelek kes mirin û 2 blokên wê hilweşiyan, 2 blokan jî xisarên mezin dît. Di bloka A de hat zanîn ku 12 pisîk, kûçikek û çûkek heye. Ligel vê yekê jî biryara hilweşandinê hat girtin. Di bloka A’yê ku 9 qat e û 36 daîreyên wê hene de 14 sewal bi rojan e li benda rizgarkirinê ne. Lê bele di seatên siharê de dest bi hilweşandina wê hat kirin. Sewalhezan aşkera kir ku çûk firiyaye û rizgar bûye lê yin din di hundir de mane.
‘16 roj in em li ber xwe didin’
Sewlahez bi rojan e hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Der barê mijarê de heta niha tu gav nehatiye avêtin. Yek ji sewalhezan Şîlan Koyuncu ku li ber avahiyê sekiniye da zanîn ku 12 sewal hê jî di hindir de ne û ji bo wan tu mudaxele nayê kirin û got: “Ev 16 roj in ji bo sewalan em li ber xwe didin. Em hewl didin wan sewalan rizgar bikin. Hemû STK û federasyon piştevaniya me dikin. Li ber çavên me sewalan dikujin. Me xwe gihand hemû federasyon û sewalhezan lê tu tiştî nakin. Em dixwazin hemû werin piştgiriyê bidin me. Çendî ku dereng nebûye.”