Biryarên Konferansa Jinan a Partiya Çep a Kesk: Têkoşîna li dijî tecrîd û faşîzmê

Partiya Çepên Kesk encamnameya konferansa xwe ya du rojan eşkere kir û bal kişandin ser polîtakayên tecrîdê û têkoşîna li dijî faşîzmê.

Navenda Nûçeya- Encamnameya Konferansa jinan a  Partiya Çepên Kesk ve di navbera 9-10’ê îlonê de hatî li darxistin hate weşandin. Jinan di biryarên ku di sernavaan de aşkira kirin hurguliyên nexşerêya xwe parvekirin.

Di encamnameyê de hat diyar kirin ku projeya ku wek sedsala Tirkiyeyê danîne holê bi tevahî dijminahiya jinê dike.

Di berdewamiya encamnameyê de hat destnîşan kirin ku bi polîtîkayên neçareseriya di şer de yekitiya gelê Kurd û destkeftiyên demokratîk yên her derê cîhanê yê gelê Kurd hedef tê girtin û wiha berdewam kirin: “Desthilatdariya hewl dide bi vê polîtîkayê li ser piyan bisekine tecrîda Îmraliyê giran dike û hewl dide bi vê tecrîdê re îhtîmala aştiyê ji holê rabike. Divê ev tecrîda ku pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê digire demildest bê rakirin.”  

‘Em ê li dijî şer tecrîdê têkoşînê mezin bikin

Her wiha ev tişt hatin ziman: “Êrîşên li hember goristanan, di qutiyan de şandina, êşkenceya li ser girtiyan nîşan dide ku em bi dijminek çawa re rû bi rû ne. Li gelên Tirkiyeyê bi polîtîkaya şer û tecrîdê re bêçaretî û xizanî tê ferzkirin. Em teslîmê van pêkanînan û ferzkirina nabin. Em ê wek jin li dijî şer û tecrîdê têkoşîna berfireh bihev re bihûnin.

Em jin bi şîara ‘li dijî faşîzmê berxwedan rewaye’, li dijî êrîşên li hember destkeftiyên jinan têkoşînê bilind bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî şer em ê têkoşîna jinê li her qadê bidomînin.

Em ê bi hemû pêkhateyên tevgerên jinan re li dijî vê dagirkirina pir alî bi hev re têbikoşin û vê tecrîdê bişkînin. Em ê kêmasî û qelsiyên xwe temam bikin, şaşiyên xwe fêm bikin, xwedî li paradîgma xwe derkevin û qesliyên xwe çareser bikin, xwe nû bikin û pêş bikevin. Em ê bi biryarbûn berxwedana xwe ya ji bo avakirina jiyana nû têkoşîna xwe bidomînin.

Em meclîsên jinan yên herêmî; bi hemû cudahiyan re bi hemû jinan re bi piştevanî û rêxistinî bi perspektîfa wekheviyê ava bikin. Em ê rêxistinbûna herêmî xurt bikin.

Di vê meşa xwe ya têkoşîna jinan ya yekbûyîn de, em di hişmendiya ku peywirên dikevin ser me de ne û em ê kêmasiyên xwe çareser bikin. Carek din dibêjin ku di vê perspektîfê de têkoşîna xwe bilind bikin. Li dijî van êrîşên ku qestê hebûna me dikin û hewl didin me ji hemû qada jiyanê tune bikin, em carek din dibêjin, em hene û em ê hebin.”