Biryara Baroya Misirê ya li ser parêzer Loua Khalaf bû sedema nîqaşan
Biryara baroyê ya ji bo rawestandina pîşeya parêzer Loua Khalaf, ji ber sedema lixwenekirina serpoşê û şêwazê jiyana wê, ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve wekî binpêkirina azadiya ramanê hat nirxandin.
Misir – Li Misirê biryara Baroya Sohagê ya ji bo rawestandina demkî ya pîşeya parêzer Loua Khalaf bû sedema nîqaşeke berfireh. Ev biryar rexneyên derbarê binpêkirina azadiya ramanê, maf û azadiyên kesane li pey xwe anî.
Di daxuyaniyek fermî ku ji aliyê Baroya Sohagê ve hatiye weşandin de, hat ragihandin ku heta lêpirsîna disiplînê ya derbarê parêzer de hatî vekirin bi encam nebe, pîşeya parêzer bi demkî hatiye rawestandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ev biryar ji bo parastina rûmet û pîvanên exlaqî yên pîşeya hiqûqî hatiye girtin. Her wiha baroyê diyar kir ku ev biryar li ser bingeha tevgerên parêzer di parvekirinên medyaya dîjîtal de ye ku wekî binpêkirina Qanûna Parêzeran hatiye hesibandin.
‘Ji ber lixwenekirina serpoşê ez hatim cezakirin’
Lêbelê, Loua Khalaf hincetên baroyê red kirin û tekez kir ku pêvajoya derbarê wê de tê meşadin, ne binpêkirinek pîşeyî ye, ji ber lixwenekirina serpoşê û xuyabûna wê ya kesî ye. Loua Khalaf diyar kir ku pêkanînên ku ew rastî hatiye li ser bingeha bawerî û hilbijartinên wê yên kesane. Her wiha karanîna mekanîzmayên dîsîplînê ji bo cezakirina kesan ji ber raman û şêwazên jiyana wan dê emsalek xeternak biafirîne.
Rexneyên parêzvanên mafên mirovan û destûra bingehîn
Parêzer û parêzvanên mafê mirovan ên ku biryarê rexne dikin dibêjin ku girêdana pratîka parêzerekî bi nerînên wê yên kesane an şêwaza jiyana wê di aliyê azadiyên giştî de bi fikare. Di rexneyan de hate destnîşankirin ku rêxistinên pîşeyî divê hêzên xwe yên rêziknameyî bi awayê ku rêbazên taybet yên ramanê an jiyana civakî ferz bikin, bikar neynin.
Her wiha parêzvanên mafê mirovan bi bîr xistin ku Destûra Bingehîn a Misirê azadiya derbirînê, azadiyên kesane û wekheviya li ber qanûnê garantî dike û dibêjin ku divê tenê di rewşên binpêkirinên pîşeyî yên zelal û bi qanûnî hatine destnîşankirin de dozên dîsîplînê bên destpêkirin.