"Birînên Enfalê nayên kewandin"
Endama Nivîsgeha Dad û Çareseriyê ya Kantona Kobanê Wehîde Omer der barê komkujiya Enfalê de nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku armanca hemû dewletan qirkirina gelê Kurd e lê gelê Kurd bi komkujiyan naqede, wê her li dijî wan têbikoşin.
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Komkujiya Enfalê ne bi gotin, ne jî bi pirtûkan dikare were ziman. Enfal navê komkujiyek e ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baasê ve hatî pêkanîn e. Enfal ne navê qetlîamê ye, navê rêzetevkujiyan e. Pêla dawî ya Enfalê di 23'ê Sibata 1988'an de li dijî hêzên YNK'ê li bajarê Silêmaniyê dest pê dike, li Dola Caf (Cafetî) tevkujî tê destpêkirin û di 6'ê Îlona 1988'an de li Zaxoyê bi dawî dibe. Ji Zaxoyê heya çiyayê Hemrînê tu wargeheke Kurdan neyê hiştin. Dîsa Qeladizê, Şivan, Axçeler û gelek navçe tên xirakirin. Li gorî statîkên navneteweyî derdora 182.000 Kurd hatine windakirin û gelek ji wan piştî salan hestiyên wan di gorên komî de hatin dîtin.
Piştî têkçûna sazûmaniya Baasê li seranserê Iraqê, gelek gorên komî yên qurbaniyên komkujiyê hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin. Rejîma Baasê di sala 1983'an de 8.000 mêrên eşîra Barzanî dîl digire û dikuje. Bi deh hezaran Kurdên (şîa) jî hatin qetilkirin û navê komkijiya Enfalê li wan hat kirin. Hestiyên qurbaniyên komkujiya Enfalê di 15 Tîrmeha 2005'an de ji goreke komî ya nêzî Zaxo, Behdînan hatine derxistin.
Der barê mijarê de Endama Nivîsgeha Dad û Çareseriyê ya Kantona Kobanê Wehîde Omer nirxandin kir.
Armanca komkujiyan
Komkujiyên li ser civaka me tên meşandin hemû armanc û planên dewletan didin nîşandan, li hemû civakên ku komkujî li wan hatine jiyîn talankirin, wêrankirin û koçberkirin çêbûne. Têkildarî nirxandina vê mijarê Wehîda wiha dibêje: "Destpêkê ez komkujiya Enfalê bi bîr tînim û sersaxî ji malbatên wan re dixwazim. Gelên Rojhilata Navîn her di nava komkujiyan re derbas bûne, bi taybetî gelê Kurd herî zêde êşa van komkujiyan kişandiye. Komkujiya Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Şengal, Dêrsim, Helebçeyê ji ya Enfalê ne cuda ne. Di Komkujiya Enfalê de herî zêde jin hatin qetilkirin, revandin û tecawizkirin, xwestin gelê Kurd qir bikin û malên wan wêran bikin, heya niha tevî ewqas sal jî çarenûsa gelek mirovan ne diyar e. Gelek malbat daxwaz dikin ku gorên komî bên vekirin da hestiyên zarokên xwe werbigirin. Ev komkujî heya roja me ya îro jî berdewam dikin. Dewletên ku van komkujiyan pêk tînin armancên wan yek in, em dikarin bêjin komkujiya Enfalê li şengalê jî hat dubarekirin bi destên çeteyên DAIŞ'ê. Bi riya van êrîşan dixwazin li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî komkujiyan pêk bînin û civakan bi dawî bikin."
‘Bi riya komkujiyan dixwazin gelê me qir bikin’
Wehîde bal dikşîne ku hemû demên ku dîktator derdikevin dibin xwînmijên gelê Kurd, li ser êrîş û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li ser herêmê jî wiha pêde çû: "Di destpêka aloziya Sûriyeyê de gel rastî qetilkirinê tên, heye roja îro ev komkujî, şer û pevçûn li ser civakan tên meşandin. Lê li aliyekî din de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrîşên xwe li ser axa me zêdetir dikin û herêmên me dagir dikin. Di her demê de serdestek hikmê xwe li ser civakê dide ferzkirin, destpêkê rejîma Baasê bû, paşê dewleta Tirk bi riya çeteyên xwe desthiladariya xwe li ser gel dide meşandin. Tenê dixwazin vî gelê bidin tunekirin lê ev gel bi komkujiyan neyê tunekirin, berovajî wê têkoşîna wan li beramberî her cureyên desthilatdariyê zêdetir dibe."
Banga têkoşînê li dijî komkujiyan
Li herêmên dagirkirî komkujî ji aliyê komên çete ve tên pêkanîn û bi sedan jin dibin qurbaniya van komkujiyan. Wehîde di dawiyê de bang li gelê Rojhilata Navîn kir ku bi hev re li dijî komkujiyan bisekinin û wiha bi dawî kir: "Di her komkujiyê de birîna Kurdan tê vekirin, ev birîn jî nayê jibîrkirin bi taybetî birîna Enfal, Helebçe û Şengalê wê neyên jibîrkirin. Di her komkujiyê de bi sedan gorên komî çêdibin, wê çawa gel birînên xwe bipêçe û jiyana xwe bidomîne. Kuştin têra wan nake, gel bi darê zorê ji malên wan didin koçberkirin, ev yek li Enfalê jî hat kirin, di heman demê de me dît li Şengal, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê gel bi darê zorê ji malên wan dan koçberkirin. Siyaseta dewletên faşîst siyaseteke pir qirêj e û her li dijî civakên bi aram tê bikaranîn. Banga min ew e ku hemû gel destên xwe bidin hev û rê li ber komkujiyan bigrin."