Birîndarên Bendava Tişrînê: Em ê govenda azadiyê her bigerînin

Jinên Ciwan yên ku di êrîşa li ser Bendava Tişrînê de di lingên xwe de birîndar bûyî gotin ku ew ê govenda azadiyê her bigerînin û xeleka wê dorfireh bikin.

SORGUL ŞÊXO

Tişrîn – Bi hezaran ji gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8'ê Çileyê berê xwe dan Bendava Tişrînê da ku piştgiriya xwe nîşan bidin û bikaribin bendava ku av û ceyranê dide sedan bajar û gundan biparêzin. Gelê ku bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî berê xwe didin Bendava Tişrînê, ji aliyê dewleta Tirk de hatin hedegirtin, li gorî agahiyên hatin belavkirin zêdetirî 22 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûne.

Jinên ciwan yên ku ji lingê xwe birîndar bûne û serkêşiya govendê li Tişrînê dikirin, ji ajansa mere axivîn û helwesta xwe anîn ziman.

'Ji bo ax û ava xwe em ê her têbikoşin'

Fatima Elî a ji bajarê Kobanê ye wiha dibêje: "Em ê dest ji bendava xwe bernedin. Ji ber ku me govend gerandibû di wê kêliyê de dewleta Tirk a dagirker me bombebaran kir, piraniya me birîndar bûn. Em ê dest ji bendava xwe bernedin, ger em biçin jî em ê dîsa vegerin vir. Ji bo ax û ava xwe em ê heta dawî têbikoşin. Di rojekî wilo de em ê werin Bendava Tişrînê, ku di wê rojê de wê dagirkeriya Tirk têk biçe û em ê biserbikevin. Bila bizanibe ku em ê ji vir ji bendavê dernekevin. Bila Erdogan balafirê xwe raneke, eger ewqas ji hêza xwe bawer e, bila were sing bi sing şer bike."

'Govenda Viyan Soran jê hez dikir li Bendava Tişrînê wê her bigere'

Fatima Elî da zanîn ku wê govenda Viyan Soran her fireh bibe û wiha dom kir: "Birînên me piraniya wê di lingên me de ne, ji ber me govend digerand. Ev peyameke ji me re ku dixwazin bêjin careke din neyên bendavê û govendê li hember êrîşên me negrin. Dixwazim di vê bûyerê de Viyan Soran bibîr bînin, ji ber ku wê gelekî ji govendê hez dikir. Em jî li vir dibêjin ku govenda me ya azadiyê wê her bigere û xeleka wê firehtir bibe."

‘Berxwedan Jiyan e’

Şerzad Mihemed jî got ku di wextekî de ku wan govend digerandin ew bombebarankirin û wiha pêl da gotina xwe: "Nêzî 14 kes hemû birînên me di lingên me de bûn. Lê em ê tevî birîndariyên xwe jî em ê li ber xwe bidin. Ji ber ku Berxwedan Jiyan e. Çawa Rêber Apo di girtîgehê de ewqas sal in li ber xwe dide, ne pir e ji mere ku em bi van birînên xwe li ber xwe bidin. Em gelekî wiha ne ku Kurd girî li wan nayê, serkeftin her para wan e. Tevî birînan em li ser piyan in."

Berxwedana Bendava Tişrînê di roja 22'an de bi dewirgirtina nobedariyê ya gelê Kantona Cizîrê didome.