Binpêkirina mafên girtiyên jin di rojeva meclisê de ye

Binpêkirinên mafên girtiyên jin li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ji wezîrê Edaletê hat pirsîn.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sayyigit binpêkirinên mafan û muameleya xirab ku girtiyên jin li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê dijîn bir rojava meclisê. Pirsgirêkên ku jinên girtî dijîn ji Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç pirsî.

Di pêşnûmepirsê de ev tişt hat gotin: “Li girtîgehan pirsgirêk û daxwazên wekhev, ji bo şert û merc werin başkirin tu gavek nehatine avêtin û pirsgirêk kronîk bûne. Di vê pêvajoyê de pêkanînên li dijî girtiyên jin û binpêkirinên mafan jî dem bi dem tên rojevê. Bi taybetî tevî li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê gilî zêde bûne jî; bi îsrar gavên başkirinê nayên avêtin.” Di pêşnûmepirsê de cezayên sîstematik ên didin jinan hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku di hevdîtinên girtiyan ên vekirî de bi hinceta girtî di dema li gel malbatên xwe rûniştîne, silav didin malbatên din cezayê disîplîne li wan tê birîn, nameyên Kurdî demek dirêj tên rawestandin, mafê tedawiyê tê astegkirin, ji ber kêmaniya xwarinê neçar dimînin ji kantînê tiştan bigrin û di lêgerînan de leşkerên mêr jî beşdar dibin.

‘Wezaret dê gavên çawa biavêje?’

Di pêşnûmepirsê de ev pirs pêşkêşî wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç hatin kirin:

*Xebera wa ji rapora binêpikirina mafan li girtîgehan ku di sal 2023’an de hat amadekirin û pirsgirêk û binpêkirinên mafan li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoy heye?

* Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê bi hinceta pêşnûmeya ku hat diyarkirin der barê pirsgirêk û binpêkirina mafan de lêkolînek hatiye destpêkirin? Wê îdiayên mijaran werin lêkolînkirin an na?

*Pirsgirêk û binpêkirinên mafan ên tên diyarkirinli Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê berdewam dikin. Heta dîroka pêşnûmeyê gav hatina avêtin an na?

*Der barê pirsgirêkên girtiyan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê daxwazên hevdîtina bi îdareyê re çima tên redkirin? Rast e der barê îtirazên ji bo pirsgirêkan hatin kirin de cezayên disîplînê hatine dayîn?

* Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê dest danîne ser meqesa kaxez a ji kantînê hatiye girtin, derzî, radyo û hwd. çima cezayê dispilînê didin girtiyan?

* Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê dimînin rast e pirtûkên Kurdî nayê dayîn, nameyên Kurdî ji dereng didin? Li girtîgehê ma qedexeya pirtûk- weşanên Kurdî heye?

 *Gelo girtî ji ber nexweşiyên xwe dema dixwazin biçin revîrê, ev daxwaz bê encam dimînin, girtiyên nexweş ku divê tedawiya wan bi rêk û pêk bê kirin piranî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin?

*Di legerînan de leşkerên mêr beşdar dibin, girtî îtîraza vê dikin lê belê hatiye gotin ku ferman bi vî awayî hatiye? Ma wê dawî li van pêkanîn were?

*Gelo çima tevî li qawîşan mişk û kêzik hene nayên dermankirin?

* Binpêkirinên mafan, muameleya xirab bi armanca pêşî li îşkenceya li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tê kirin bigre kîjan pêkanîn û tedbîr hatine girtin?”