Bîlançoya RSF’ê a 2023’an: 45 rojnameger hatin kuştin
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas bîlançoya sala 2023’an eşkere kir. Di sala 2023’an de 45 rojnameger hatin kuştin. Rojnamegerên Kurd û jin bi taybetî hedef hatin girtin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rapora xwe ya îsal a derbarê rojnamegeran de eşkere kir. Di sala 2023’an de 13 ji wan li Xezeayê bi tevahî 45 rojnameger dema xebatên xwe yên pîşeyî dikirin hatin kuştin.
Ji 1’ê Kanûnê ve hejmara rojnamegerên girtî daket 521’an. Di vê mijarê de bi taybetî Îran û Tirkiye bal kişandin. Di nava salekê de li Tirkiyeyê 43 rojnameger di girtîgehê de derbas bûne. Di bîlançoya îsal de 521 rojnameger li cîhanê ji ber erka xwe ya agahdarkirina raya giştî hatin binçavkirin û 45 rojnameger hatin kuştin ku herî kêm 13 ji wan li Xezayê ne. 9 nûçegihan dema lêpirsîna sûcên organîze dikirin û 6 jî di dema lêpirsîna gendeliyê de hatin kuştin.
Her wiha di raporê de bal hat kişandin ser kêmbûna kuştin û girtinên rojnamegeran (% -8,4) û hat diyarkirin ku 54 nûnerên medyayê li cîhanê rehîn in û 84 jî winda ne.
Serlêdana ji bo DCN
Îsal ji 45 rojnamegeran 23 jê li herêmên şer û 17 jê di şerê Îsraîl û Hemasê de hatin kuştin. Sekreterê Giştî yê RSF'ê Christophe Deloire derbarê 13 rojnamegerên li Xezayê hatin qetilkirin de daxuyanî da û got: "Rojnamegerên li Xezayê weke sivîl berdêlên giran didin." Her wiha hat parvekirin ku wî giliyê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) kiriye da ku diyar bike ka rojnameger bi zanebûn çawa bûne hedef.
Wekheviya Tirkiye û Îranê
Di raporê de hevşibiyên Îran û Tirkiyê jî hatin gotûbêjkirin. RSF’ê diyar kir ku hejmara rojnamegerên girtî di sala 2022’an de li cîhanê 569 rojnamegerên girtî ye, bi vê yekê re diyar kir ku li Îran (-24) û li Tirkiyeyê (-23) li gorî sala par û heta meha Kanûnê kêmtir rojnamegerên girtî hene. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Her çend navên van her du welatan di nava 'sê girtina rojnamegeran' de cih negirin jî, nayê wê wateyê ku ew negirtî ne. Ya rast ev e ku rêbaza zextê ya li Îran û Tirkiyeyê li ser bingeha girtin û berdanê ye. Di sala 2023’an de li Tirkiyeyê 43, li Îranê jî 58 rojnameger di di rêya girtîgehê de derbas bûne. Ji 569 rojnamegerên girtî 258 ji wan li Çîn (Hong Kong jî din av de), Myanmar, Belarûs û Vîetnamê ne.
Rojnamegerên Kurd hedefên taybet in
Di raporê de rojnamegerên kurd jî cih girtin. Di raporê de hat ragihandin ku rojnamevanên Kurd ji bo hikûmetê bûne hedefên taybet, di sala 2023'an de 43 rojnameger di girtîgehên Tirkiyeyê re derbas bûne, 7 ji wan heta 1'ê Kanûna 2023'an di girtîgehê de ne û 4 ji wan jî "ji bo tedbîrê girtîn e" tên girtin. RSF'ê derbarê girtina de got: “Ev hejmar nîşan dide ku girtinên ji bo tirsandinê gelekî tên bikaranîn."
Rewşa rojnamegerên jin
RSF’ê diyar kir ku ji 1’ê Kanûnê ve li cîhanê 67 rojnamegerên jin di girtîgehan de ne û ji wan 8 jê di sala 2023’an de hatine girtin. Li gorî vê raporê, Çîn, Belarûs û Myanmar di girtina rojnamevanên wekî mêr rojnamegerên jin jî di girtinê de serî de ne. Ji 121 rojnamegerên li Çînê 14 û ji 39 rojnamegerên li Belarusê 10 jê jin in. Li Rojhilata Navîn Îran yek ji wan welatan e ku rojnamevanên jin rastî zextên herî giran tên. Ji 8 cezayên giran ên li cîhanê ji rojnamegeran re hatin dayîn 6 ji jinan in. Ji 31 rojnamevanên jin (Nîlufer Hemedî û Elaheh Mihemedî jî di nav de) 5 kesên ku ji ber şopandina serhildana li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî hatibûn girtin, hîn di girtîgehê de ne.
Rojnamegerên rehîne
Di raporê de her wiha behsa 54 rojnamegerên ku li çaraliyê cîhanê rehîn hatine girtin hat kirin. Hat destnîşankirin ku ji 7 rojnamegerên îsal 2 kes hatin revandin hê jî di destê rêxistinên ku ew revandine de ne. Ji van rojnamevanan 38 li Sûriyê, 9 li Iraqê, 4 li Yemenê û 1 jî li Meksîkayê rehîn in.