Bihar û xweza bedewiya ku bi keda jinê hatiye pêçan
Xwezaya gundan encama keda bêwestan a jinan a di nava salê de ye. Semiya El-Îbrahîm ku ji jiyana gundan hez dike dibêje: "Jiyana gundan xweş û bi sûd e ya li bajaran weke 'zindanê' ye ji bo min."

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Kobanê- Têkiliya jinên gund a bi xwezayê re yek ji têkiliyên ku ji afirandina mirovahiyê heta niha neguheriye û ji kapîtalîzmê bandor nebûye, hatiye dîtin. Jinên gundan, çandinî, xwedîkirina lawiran weke beşek bingehîn a jiyana xwe ya rojane dibînin.
Bi hatina biharê re ku di 21'ê Adarê de dest pê dike, keskahî gir û zeviyên gundewarên bajarê Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digre. Dîmenên bi dar, baxçe, zeviyên genim, ceh û kulîlkên li kêleka riyan belav bûne, dilê temaşavanan ji van dîmenên wêjeyî re vedike. Tiştên ku gundên Kobanê ji hev cuda dike ew e ku gel malên xwe di nava zeviyên xwe de ava dikin û tu mal li gundan bê bax, ajal û çûk nîn in.
Tiştê balkêş jî ew e ku yên herî zêde bi vê xwezayê re mijûl dibin jin in. Komek jin giyayên baxçeyan paqij dikin, şitlan datînin, pez diçêrînin, bi mirîşkan re mijûl dibin. Her wiha piştî komkirina êzingan xwarinên xwe li ser agir amade dikin û karên malê bi rê ve dibin.
'Em di nava çandinî û xwezayê de dijîn'
Semiya El-Îbrahîm 40 salî ye û ji gundê Êlecaxê yê rojavayî bajarê Kobanê ye. Ew di saetên berbangê de bi tîrêjên rojê re dest bi roja xwe dike. Semiya El-Îbrahîm qala karê xwe kir û got: "Rêwîtiya min bi çandiniyê re di meha Çileyê de dest pê dike û heta demsala payîzê bi komkirina êzingan û birîna daran didome. Em bi xweza û çandiyê re dijîn."
Bandora avhewayê li ser çandiniyê çêdibe
Avhewa faktora xwezayî ye ku bandorê li cureyên çandinî û hilberîna çandiniyê dike û di pêkhatina axê de faktora bingehîn e. Kantona Firatê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji wan herêman e ku avhewaya wê xweş e ji bo çandiniya curbecur ên darên fêkî û baxçeyan.
'Xwarinên gundan bi sûd in'
Di nava gotinên xwe de Semiya El-Îbrahîm da zanîn ku bi riya çandiniyê debara mala xwe dike û wiha axivî: "Em şitlan di serayan de diçînin da ku wan ji serma û hewaya zivistanê biparêzin. Heta ku ew şîn û amade bibin, em di wir de dihêlin. Di nav van şitlan de pîvaz, sîr, bacanên sor û reş û îsot hene. Li kêleka wan şitlên daran tên çandin herî zêde hinar û sêvên ku xwe dispêrin ava bêrî, tên çandin. Ez bi karê çandiniyê re lawiran jî xwedî dikim û sûdê ji wan digrim. Hemû cureyên xwarinên li gundan xwezayî ne û ji bo tendirustiya mirovan sûdmend in. Ew qet zirarê nadin jîngehê."
'Jiyana bajaran weke ‘zindanê' ye'
Semiya El-Îbrahîm ev pîşe ji dayika xwe hîn bûye û niha fêrî zarokên xwe yên keç jî dike. Di heman demê de piştevaniya zarokên xwe ji bo domadina xwendina xwe jî dike. Semiya El-Îbrahîm wiha bi dawî kir: "Piştî ku zarokên min xwendina xwe diqedînin, di karên çandinî û xwedîkirina lawiran de bi min re dibin alîkar. Jiyana li gundan ji jiyana bajaran gelek xweştir û bi sûdtir e. Em bi xwezayê re mezin dibin. pirsgirêka ku em dibînin tenê rê û tunebûna wesayîdan e. Ez nikarim li bajaran bijîm, ji ber ku di nava xwezaya gundan de mezin bûme. Bajar ji bo min wek 'zindanê' ye."