“Bi têkoşînê azadiya Rêber Apo misoger dibe”
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê Gulê Cimo der barê çalakiyên Tevgera Ciwana ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir û got: “Bi têkoşînê wê azadiya Rêber Apo misoger bibe.”
Heleb- Di dîroka 15'ê Adara 2021'an de li ser malperên civakî têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin îdiayên ne rast hatibûn kirin. Ji kêliya belavkirina van îdiayan şêniyên Herêma Efrînê û Şehbayê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav çalakî û xwepêşandanan dene. Li Şehbayê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Efrînê li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê bi dirûşmeya "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, em ê azadiya xwe biparêzin" konê çalakiyê vedan. Rojane navçe, sazî û şêniyên Efrîn û Şehbayê cihên xwe di çalakiyê de digirin. Konê ciwana wê li dar be heya agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin û hevdîtin pêre bê çêkirin.
Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji bo hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê çêkirin çalakî tên li dar xistin. Têkildarî çalakiyên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Efrînê Gulê Cimo ji mere axivî.
Armanca dewleta tirk ji tecrîdê
Gulê tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dîlgirtina Rêber Apo di Îmraliyê de sûcekî mirovahiyê ye, dewleta tirk jî berpirsyartiya wê radike. Tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin hemû zagonên hiqûqî û peymanên navnetewî derbas dike. Ev demeke dirêj e Rêber Apo ji civakê qutkirine û tu hevdîtin pêre ne hatine çêkirin. Armanca dewleta tirk ji vê yekê ew e ku civakê û Rêber Apo ji hevdu qut bike, da perspektîvên wî ne gihêjê me. Her wiha armanca esasî jî ew e derbeyekê li şoreşa me bixin û destkeftiyên me parçe bikin. Berovajî wê gelê me êdî ji van plana re hişyarin û dê bi van lîstokan neyên xapandin. Têkoşîna me jî îro vê îrade û girêdanê pênase dike ."
Ciwan bi kelecaneke xurt xwedî li Rêber Apo derdikevin
Gulê helwesta ciwana der barê xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û wiha bi dawî kir: "Ciwanên me ji bo azadiya Rêber Apo di nav tevgerê dene, ne tenê ciwan civak bi giştî jî li benda agahiyekê ji Rêber Apo ne. Me xwest weke ciwan em pêşengtiya vê xwedîderketin bikin û me konê çalakiyê li dar xistiye. Em ê bi têkoşînê azadiya rêberê xwe misoger bikin. Em bi hêvîne hemû mirovên welatparêz û kesên ku ji kaniya fikirê Rêber Apo vexwariye û jê hezkiriye tevlî çalakiyan bibin. Ger em bê deng bimînin, em ê rûmeta xwe winda bikin, azadiya Rêber Apo azadiya me ye."