Bi tabloyekê jiyana Şaristaniya El Maya

Lêkolînvanan bi rêya tabloyekê jiyana Şaristaniya El Maya keşif kirin ku madeya xwê di wê demê de li şûna deravan li sûkan hatiye karanîn.

Navenda Nûçeyan – Ji aliyê dîroknasan ve li bajarê Kalekmol ê Emerîkayê tabolyek a li ser dîwar hatî neqişandin hat keşifkirin û weke delîlek ê hebûna şaristaniya El Maya ya ku li herêmeke Emerîka yê bi cih bûye îsbat dike ku bazirganiya xwê dikir. Bajarê Kalekmol ê ketiye lîsteya UNESCO ya mîrata cîhanî ku yek ji navendên sereke yê şaristaniya El Maye di salên 700-200 P.Z ye, ciheke dîrokî ye li bajarê Kambêtşî yê Meksîkayê ye.
Diravê Şaristaniya El Maya xwê bû
Di tabloyê de rojek ji rojên jiyana wê demê hate keşifkirin ku firoşyarek parçeyek mezin ji xwê bi kaxizan hatiye pêçandin difroşe kesekê. Di heman demê de li gel kesê ku dikire jî selikek tê de xwê ya hatî hêran û hur heye. Lêkolîner Hêzêr Makîlob jî dibêje: “Di wan deman de xwê li şûna diravan di sûkan de dihat bi karanîn.”
Xwê di demên berê de madeyek gelek girîng bû di jiyanê de her wiha ji bo parastina xwerinê baş bû. Şaristaniya El Maya ji girîngtirîn çandên Emerîka navîn e û mîraseke wê ya zanistî û astronomîk li ser asta cîhanê heye. Di heman demê de jî taybetmendiyên wê ji şaristaniyên dîtir di nava Emerîka de cuda bû wek; nivîsandin, neqiş û salname.
Lêkoînvanan dest nîşankirin ku parçeyên xwê bi hêsanî bi rêya keştiyan di deryayan re derbasî çemên ku dikevin Başûrê dewleta Bilêz a nû (Hindwaras) a berê dibû, her wiha li wê deverê di sala 2004’an de tapo û kargehên xwê hatin keşifkirin.