Bi sedan şêniyên Qamişlo êrîşên dewleta tirk bi meşekê şermezar kirin
Bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, berxwedana Gêrîla rûmeta me ye” bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şermezar kirin.
Qamişlo – Ji 23’ê Nîsanê dewleta tirk bi çekên giran êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, her ku diçe êrîşên dewleta tirk li hember axa Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe. Her wiha li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelek çalakiyên cur be cur êrîş şermezar dikin. Îro jî bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, berxwedana Gêrîla rûmeta me ye" bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên li ser axa Başûrê Kurdistanê bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsa "Berxwedana Gelê Kurd wê faşîzma Tirkiyê têk bibe" hatin hildan. Meş ji taxa Mûnîr El-hebîb despêkir û li ber navenda Netewên Yekbûyî (UN) veguherî mîtingê.
"Bi hêz û yekîtiya gelê kurd, em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin"
Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif êrîş şermezar kir û got: "Dîrokek mezin li axa Başurê Kurdistanê tê meşandin ku berxwedaniyek bê hempa li dijî faşîzma dewleta tirk tê kirin. Niha li ser axa Başurê Kurdistanê xiyanet û berxwedan di heman wextê de tê meşandin. PDK'ê cardin dixwaze bi xiyaneta xwe çerxekî di sînga axa Kurdistanê de lê bide. Gelê Kurd gelek êşên mezin ji xiyanetê jiyaye. Îro jî pêşmergeyên ku hêza parastina Kurdistanê ne, bûne hêza parastina dagirkeran. Îro li axa Başurê Kurdistanê berxwedaniyek destanî tê nivîsandin ku dewleta tirk nikare li hember vê berxwedaniyê bisekin e. Em îro bi vê meşê pişgiriya zarokên xwe dikin û em bi vê helwestê xwe dibêjin êdî ji xiyanetê re bese. Em ê bi berxwedaniya xwe rê nedin dagirkeran ku axa me parçe bikin. Em îro gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadene ku em biçin Başur û axa xwe ji dagirkeran biparêzin. Tenê tiştek dikare serkeftina me misoger bike, ew jî yekîtiya gelê kurd e."
"Gelê Kurd serhîldêre"
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Hêvîn Hesen ku beşdarî meşê bûye wiha helwesta xwe anî ziman: "Îro em wek şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê daketine qadan. Dewleta tirk di her firsendî de êrîşî me dike û dixwaze bi van êrîş û gefan me qir bike. Lê dewleta tirk tucaran naghêjê armanca xwe ji ber gelê kurd serhîldêrin. Em êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin û tu mafê wan nîne ku bikevin xaka me. Ev ax, axa me ye, ne ya tu kesî ye. Em li hember kiryarên dewleta tirk ku dixwaze axa me dagirbike bêdeng namînin. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê li ber xwe bidin."