Bi ruhê Newrozên salên ‘90’î: Em nêzî azadiyê ne – ÇAVDÊRÎ

Ji Newrozên bi xwîn ên salên 90’î heta hatina van rojan hêsan nebû. Peyama Newroza 2025’an ku her dem balê dikişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” pir zelal bû. Çareseriya meseleya Kurd, azadiya Abdullah Ocalan.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Kesên ku Newrozên salên 90’î dîtibin dizanin. Ew şev, xew nediket çavên tu kesê. Cil çend roj berê dihatin amadekirin, zarok li benda sibehê diman. Jinan jî nan, zeytûn, firingî dixistin tûrikan. Bêguman ê ciwanan amadekariyên wan cuda bûn. Pergalê digot “xwepêşandanan korsan”, em jî dibêjin mafê herî meşrû. Tekelên ku bihatana şewitandin, potên ku ji bo agir bi wan bikeve dihatin bikaranîn û madeyên şewate, li mal û dikanan dihatin veşartin.

Bi derketina rojê re, li gelek kolanên Amedê tekel dihatin şewitandin, li hinek cihan jî şêniyên taxasn êzing, cil, çi bidîtana pê agirê Newrozê vêdixistin. Li her kolana ku agir jê bilind dibû, komên polîsan dihatin, girseyê hewl dida di nava kolanan de şopa xwe winda bikin. Dûre li kolaneke din agir dihat vêxistin, girseya ku li kolanan, li ser banên malan, li bexçeyan kom dibû, her derê dikirin qada Newrozê.

Polîsan ciwanên ku digirtin, li jinan, heta zarokan derba “kuştinê” didan. Ger roja 21’ê Adarê hewa bi baran bûya, cilên neteweyî yên jinan, bi taybetî di kolanên Rezanê de di nava heriyê de diman. Bêyî ku li baran, herî û jopên polîsan binêrin diviyabû ew roj Newroz bihata pîrozkirin. Di dawiya wê rojê de êvarê, jinan reşahiyên ku ji ber jopên polîsan di bedena wan de çêbûbûn nîşanî hev didan û dikeniyan. Ev yek ji bo wan berxwedan bû. Tevî hemû astengiyan jî cejna xwe pîroz kiribûn. Li Amedê rojên Newrozan wiha bûn.

Li aliyê din gelek navendên ku di Newrozê de xwîn hatibû rijandin hebûn, Cizîr û Nisêbîn. Gelê ku bi biryardarî derdiket kolanan, di salên 1991 û 92’yan de bi dehan kes ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin.

 Di serê salên 2000’î de êdî ji bo pîrozbahiyên Newrozê “destûr” hatibû dayîn û 20 hezar kes beşdarî pîrozbahiya li qada fuarê ya 8 kîlometre dûrî bajar hatibû lidarxistin bûbûn. Bi derketina rojê re bi sedan kesên ku diketin rê, peyatî ber bi qada pîrozbahiyê ve diçûn, ji motosîkletên bi selik bigre heta kamyonetên çopan hemû wesayîd ber bi qada Newrozê ve diçûn. Kesên ku di rê de bûn jî dema vê dîmenê didîtin riya xwe diguherandin û ber bi qada Newrozê ve diçûn.

Her çendî sal derbas bûbin jî sedema ku her sal behsa ruhê “Newrozên 1990’an” tê kirin ev e. Di sala  2013’an de dema ku manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin ev ruh nû bû. Piştî greva birçîbûnê ya di salên 2012’an de, ji aliyê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ve hatibû destpêkirin, ji bo çareseriya meseleya Kurd deriyek vebûbû. Bi van pêşketinan re Newroza 2013’an bûbû cihê kêliyên dîrokî. Nêzî du milyon kes beşdarî Newroza Amedê bûbûn û daxuyaniya Abdullah Ocalan a di Newrozê de hat xwendin, bû destpêka pêvajoyeke girîng.

Ji pêvajoyên wiha em gihîştin Newroza 2025’an. Hêviya “aştiya birûmet” a Kurdan, her çendî di sala 2015’an de bidawîbûna pêvajoya çareseriyê şikestibe jî di muxalefeta civakî de jî di siyasetê de jî pir diyarker bûbû.

Hêviya aştiyeke bi rûmet di sala 2025’an de ji nû ve şîn bû. Piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, heyecana ji bo Newroza Amedê zêde bûbû. Parka Newrozê beriya rojan hatibû amadekirin. Tevî ku nava hefteyê û meha rojiyê bû jî, sibeha Newrozê şêniyên Amedê berê xwe dabûn rê, ber bi qada Newrozê ve dimeşiyan. Bi wesayîdan heta cihekî mirov dikaribû biçe, rê bi bariyerên polîsan hatibûn girtin.

Şêniyên bajar herikîn Parka Newrozê

Ajokarê mînîbusê ji bo coşa ciwan û zarokên ku dixwestin bi mînîbusên rêwiyan biçin cihê Newrozê muzîka li gorî wateya rojê vekiribû. Di nava wesayîdên ku di lembeyên trafîkê de sekinîbûn, diyar dibû ku jin û zarokên bi cilên neteweyî diçin qadê. Şêniyên bajar, hemû berê xwe dabûn qada Newrozê. Tevî ku trafîk zêde bû jî tu kes weke her demê esebî nebû, ji rewşa xwe kêfxweş bûn. Ên dimeşiyan, li texsiyan siwar dibûn, otostop dikirin hebûn û her kesê ji xwe re riyek didît.

Ji ber ku 2 serdem qeyûm diavêtin ser şaredariyan, gel bi derfetên xwe diçû cihê Newrozê lê îsal Şaredariya Bajarê Mezin a DEM Partiyê otubus diyar kiribûn û di ekranên ledê de bi nivîsên “Newroz Pîroz be” û “Diçe cihê Newrozê” cudahiya rêveberiyên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin nîşan dida.

Piştî ku mirov ji wesayîdan peya dibe û heta bendên kontrola polîsan, km. rê hûn dimeşin. Li devê rê, li ser dezgehên hatine danîn, şal û flamayên kesk, sor û zer, bendikên destan û boyax dihatin firotin û bi coşa zarokan veguherîbû karnavalê.

Ciwanan bi fikara ku flama û pûşiyên wan negirin qadê vedişartin. Jinên ku di ber ciwanan de derbas dibûn û diyar dibû ku Newrozên salên 2000’î dîtine nîşanî wan didan ka dê çawa flamayên xwe veşêrin.

Ji bo şopandina Newrozê nêzî 600’î serlêdanên akredîtasyonê hatine kirin, bi taybetî eleqeya çapemeniya biyanî heta tu bibêjî zêde bû. Di bendên kontolê yên polîsan de, komên ku ji Elmanya, Îsvîçre û Fransayê hatibûn hebûn. Sedema hatina Amedê bi gotinên; “Ji bo şopandina rojeva Kurdan û Newrozê” dianîn ziman.

Li bendên lêgerînê, polîsan nexwest hinek tonên rengê kesk û qehweyî bigrin hundir. Bi taybetî ciwanên ku li ser milê cilê wan “apolet” hebûn negirtin qadê lê ciwanan bi vejîkirina cilên xwe careke din hatin cihê kontrolê û ketin hundir. Bi sedan kes di bendên kontrolê de ketin rêzê, polîssan malzemeyên makyajê, heta petên avê, gelek tiştan negirtin hundir.

Çavên Kemal li kesên li qada Newrozê çavên kesên li qadê jî li Kemal dinêriyan

Li di cuhên Parka Newrozê wêneyên Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di 27’ê Sibatê de hatiye kişandin hatin daliqandin. Kesên diketin qadê bi dorê li pêşiya van wêneyan disekinîn, wêneyên dikişandin. Wêneyek din ê li qadê jî ê Kemal Korkût ê 23 salî bû, di 21’ê Adara 2017’n de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Çavên Kemal li kesên qada Newrozê, yên li qadê jî li Kemal dinêriyan.

Ciwanên li qadê gelek balê dikişandin. Hem pir rengîn bûn, hem jî bi coş bûn. Li gorî Newroza par, îsal bi dehan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê hebûn. Ligel posterê mezin ê Abdullah Ocalan, gelek posterên din ên Abdullah Ocalan ji aliyê ciwan û jinan ve hatin hilgirtin.

Ciwanan dixwestin em wêneyê wan bikşînin

Em rojnameger her sal wêneyên wiha dikşînin, ciwanan me hişyar dikirin ku em rûyê wan di wêneyan de nîşan nedin lê îsal kîjan ciwanî wênekêşê bidîta, dihatin ba me, dixwestin em wêneyên wan bi poster re bikşînin û digotin “Abla bikşîne, di nêz de dê Rêbertî jî li vê qadê bi me re be” diyar dikirin ku daxwaza wan a sereke azadiya Abdullah Ocalan e.

Ji ber ku meha Remazanê bû, jinên extiyar carê li cihekî bêhna xwe didan û roja xwe wisa derbas dikirin lê bi vêxistina agir re hemû jin li dora agir kom bûn. Agirê Newrozê Dayikên Aştiyê vêxistin. Hinek jinên ku li dora meşaleyê kom bûbûn, bi çavên girî temaşe kirin, hinekan jî dua kirin. Dayike ku min jê pirsa tu çima digrî kir got “Bila bibe Newroza dawî ya bi esaret derbas bibe.”

Rojeva Kurdan ji dirûşman diyar dibû

Di Newrozê de bi dirûşmên bi sedhezaran mirovan diyar dibû ku rojeva Kurdan çi ye. Kesên li qadê diyar dikirin ku ew destekê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dixwestin hikumet êdî gav bavêje. Di deqeyên pêş de dema ku ji dengê Abdullah Ocalan nirxandina li ser Newrozê hat guhdarîkirin, coşa li qadê zêdetir bû. Di Newroza îsal de li ser yekitiya neteweyî peyamên girîng hebûn. Li ser navê serokê PDK’ê Mesûd Berzanî û serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî kes beşdar bûn û peyama Nêçîrvan Berzanî ya ku gotibû ji bo aştiyê amade ye berpirsyariyê bigre, li qadê bi erênî hat pêşwazîkirin.

Wisa bi hêsanî ji salên 90’î yên bi xwîn em nehatin van rojan. Peyama Newroza 2025’an ku her dem balê dikişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” zelal bû. Çareseriya meseleya Kurd û azadiya Abdullah Ocalan. Di demeke ku em ewqas nêzî aştiyê bûne û hêvî geş bûne û Kurd kêfxweşiyên xwe jî bi temkîn dijîn de; ya tekez ew e ku êdî tu tişt dê weke berê nebe.