Bi romana xwe ya ‘Ev kevir a min e’ ronahiyê dide êşên jinên Filistinê
Êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê didome. Nivîskara Filistînî Saja Hamdan bi romana xwe ya bi navê ‘Ev kevir a min e’ qala çîrokên jinên koçber ên Filistînî dike ku di Kampa Cenînê de têkoşîna jiyanê didin.
REFÎF ISLAM
Xeza – Nivîskara Filistînî Saja Hamdan li hemberî êrişên Îsraîlê yên dûbare dibin ji bo vegotina êşên ku gelê Filistînê dijî romana ‘Ev kevir a min e’ nivîsand. Saja Hamdan destnîşan dike ku ew romana xwe di sala 2019’an de xilas kiriye û dibêje: “Di romana xwe de min jiyana rojane ya jin û mêrên li Zîvala Xezayê bi taybetî jî ya xebatkarên jin û mêr ên di çapemeniyê de girt dest. Min navê ‘Ev kevir a min e’ da romana xwe. Ji ber ku dema mala jinekê Filistînî tê topbarankirin bi kevirên ji nav xirbeyan dikare mala xwe nas bike.”
Roman qala serpêhatiyên li Kampa Penaberan a Cenînê dike
Saja Hamdan a qala çîroka romana xwe dike wiha dibêje: “Du qehremanên romana min Hazem û Salma bi hêviya naskirina nîvê din ê welat ji Zîvala Xezayê derdikevin. Di rêwitiya ku bi zehmetiyên mezin derketine de ji ber êrişên Îsraîlê ji nişka ve xwe li Kampa Penaberan a Cenînê dibînin ku li bakurê Zîvala Xezayê cih digre. Ji ber ku Zîvala Xezayê ji nişka ve bi êrişên Îsraîlê re rû bi rû tê. Di dema êrişan de mala Salma jî tê topbarankirin û bi malbata wê rê têkiliya wê qût dibe. Roman qala serpêhatiyên li Kampa Penaberan a Cenînê dike. Di vê wateyê de wêje qadekî girîng e ji bo vegotine tiştên hatine jiyîn. Ji ber ku çîrok û serpêhatiyên em nanivsînin dibe ya dijminê me û mîna ku qet nehatiye jiyîn tê jibîrkirin.”
Gelek karakterên ji jiyana rojane
Saja Hamdan destnîşan kir ku di romanê de xwendevan dikare gelek karakterên sembolîk ên di jiyana xwe ya rojane de bibîne û wiha domand: “Mînak Salma yek ji wan jinên bihêz, li hemberî civakê serhildêr û bi azwerî ye, Ummu Tarik jî ji wan jinan e ku xwarinê çêdike, hewl dide zarokên xwe mezin bike, bi serkeftî ye. Min Kampa Cenînê hilbijart. Ji ber ku min xwest tiştên li wir tê jiyîn bi cîhanê bidim naskirin. Li gel vê Îsraîl fuzeyan davêje qadekî ku kîlometreyan derbas nake. Mîna kampa Jabalia, kampa Peravê û hin kampên din gelek mal bi lêdanekê hildiweşin.”
Balê dikşîne ser gelek mijaran
Saja Hamdan anî ziman ku kamp timî fikirmendan, nivîskaran û akademisyenan mezin dike û ew jî di romana xwe de sembolîzma jinên Filistînî û cûrbecûrbûna kesayetî derxistiye pêş. Saja Hamdan got ku jinên Filistînî him li hindûr him jî li derve hilberîner in û wiha bi dawî kir: “Piştgiriyê didin dozan. Min di romana xwe de bal kişand ser jinên Filistînî yên ji ber ku xizmên xwe wenda kirine şîne digirin, yên nexweşiyên giran ên mîna pênçeşêrê dijîn nikarin bên dermankirin, hêstên jinekê ku birayê xwe wenda kiriye, zarokên ku mafê wan ên perwerdê ji destê wan hatiye girtin, zehmetiyên giştî yên jiyanê. Her wiha min ronahî da rewşa jinên Filistînî yên di derfetên şer de jiyanê ji nû ve bi şêwe dikin. Gelek mijarên bi vê rengê min girt dest.”