Bi rojnivîsên xwe serpêhatiyên girtiyên jin ên Filistînî nivîsand
Çalakvana mafên jinan a Filistînî Maysar Al-Atayanî ku gelek caran ji aliyên hêzên Îsraîlê ve hat girtin, bi rojnivîsa xwe ya navê ‘Xêzkirina Esîran’ çîrokên girtiyên jin ên Filistînî û îşkenceya li wan hatiye kirin vegot:
ÎXLAS HAMRÛNÎ
Tûnis-Aktivîsta jin a Filistînê Meysar AL-Atiyanî ku gelek caran ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat girtin û li girtîgehên lê mabû rastî her cure şîdetê hat, tevî şert û mercên dijwar jî li ser serpêhatîyên jinên li girtîgehê rojnivîs dinivîsand. Rojnivîsên Meysar Al-Atiyanê dê demên pêş were çapkirin.
Maysar Al-Atyanî, ji gundê Al-Sariya yê ji alîyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin e, beşa zanistên siyasî û rojnamevaniyê qedandiye. Maysar Al-Atiyanî ku 5 sal in li Nablusa Tûnisê dijî, niha di Yekitiya Jinên Filistînê de xebatên xwe didomîne. Maysar Al-Atiyanî, 2 salan li li Balyozxaneya Filistînê ya li Tûnisê Tûnisê dixebitî, çîroka jiyana xwe ajansa me re vegot.
‘Wek koka dara zeytûnê em ê li ser piyan bin’
Maysar Al- Atiyanî, bertek nîşanî êrîşên hêzên Îsraîlî yên li ser axa Filistînê da û wiha got: “Piştî ku bi salan li Tûnisê mam, ez çûm welatê xwe, Filistînê. Min dît ku hêzên Îsraîlê çawa êrîşî erdên me yên li Filistînê kirine. Tevî êrîşan jî em weke koka dara zeytûnê ne û dest ji axa xwe bernadin, berxwedana xwe didomînin. Jinên Xezayê tundiya psîklojîk jî di nav de rastî gelek awayê tundiyê tên, bi zordestiya duqatî re rû bi rû dimînin, tên kuştin û girtin.”
Jin dibin hedef
Maysar Al-Atiyanî destnîşan kir ku jinên Filistînê beriya êrişên Îsraîlê jî rastî gelek zextan dihatin û wiha domand: “Jinên Filistînê beriya şer jî gelek pirsgirêkan dijiyan. Jin li xalên kontrolê yên Îsraîlê de dihatin rawestandin û bi saetan li ser lingan diman. Ev rewş bi taybetî ji bo jinên ducanî îşkence bû. Xwegihandina jinên ducanî ji bo nexweşxaneyê dihat astengkirin û gelek deman li xalên kontrolê bêyî bijîjk zarokên xwe diwelidandin. Di 12’ê Cotmeha 2018’an de Ayşa Al-Rabî ya Filistînî ya 47 salî li başûrê Nablud ji aliyê ciwanên Yahudî ve li nêzî xaçeriya Tapuah a li bakurê Şeria Rojava ya di bin dagirkeriyê de, wesayîda wê rastî êrişa bi keviran hat û hat qetilkirin. Gelek jinên weke Aya Al-Rabî hatin hedefgirtin û qetilkirin.”
‘Em li ser lingan man’
Maysar Al- Atiyanî anî ziman ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve gelek caran hatiye girtin û wiha got: “Dema cara yekem ez ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatim girtin, hê nebûbûm 17 salî. Min birin buroya lêpirsînê, dema em gihîştin wê derê min nexwest bikevim hindir. Ji ber ku min pirtûka felsefeya hevrûbûnê xwendibû, rastî tundiyê hatim. Di lêpirsîna 21 rojan de tevî ew îşkenceyên ku li min hatin kirin, min tiştek negot. Di sala 2009’an de ez cara duyem hatim girtin. Xwişka min beriya sê mehan hatibû berdan û careke din ez li gel wê hatim girtin. Vê rewşê gelek bandor li malbata min kir. Tişta ku tê bîra min û di mejiyê min de maye ew e ku dema em hatin girtin, hewa gelek sar bû. Di 8’ê Kanûnê de em hatin girtin û rojek bi baran bû. Hemû endamên malbata min derxistin derve. Em li ber baranê de şil bûbûn. Min û xwişka min xistin hucreyên cuda. Îşkence li xwişka min dikirin û bi wê gef li min dixwarin. Tevî vê jî bi gêrdana me ya bi dozê re em li ser lingan man.”
‘Em weke teyrê Sîmûrgê ne’
Maysar Al-Atiyanî da zanîn ku di girtina wan a cara sêyem de li gel 4 jinan 6 meh li girtîgehê mane û got: “Li girtîgehê ez li gel jinên girtî mam. Li wê derê min jiyana jinên Filistînî bi hûrgulî dişopand, min rojnivîsên girtiyên jin ên li girtîgehê dinivîsî. Pirtûka min wê di demek nêz de bi navê ‘Xêzkirinên Esîran’ were weşandin. Pirtûka min behsa çîrokên jinên girtî û îşkenceyên ku rast hatine dike. Li Tûnisa ku lê dimînin xebatên cuda yên rêxistinên jinan û komeleyan hene û piştgirî dan xebatên min. Li Xezayê salek e şer berdewam dike û em dixwazin ev şerê ku bi taybetî bandorê li jin û zarokan dike bi dawî bibe. Ger em werin ser zarokên xwe, di her dema em rastî tundiyê tên de em bi hêz dibin, em weke teyrê Sîmûrgê ku tu caran ketinê qebûl nake ne, em li ber ketinê bin jî careke din difirin.”