Bi pûsileya Abdullah Ocalan ber bi aştiyek bi rûmet ve – ÇAVDÊRÎ
Yên ku di 27’ê Sibatê de şahidiya yek ji kêliyên şikestinên dîrokî kirin, bi pûsileya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi aştiyek bi rûmet ve bi rê ketin û dizanin ku di pêvajoya avabûna nû de erka esasî dikeve ser milên wan.

SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê çareseriya pirsgirêka Kurd ev bi salan e di pêvajoya welêt de ye û rêyên çareseriya wê tên nîqaşkirin. Her çiqas kûrbûna dîrokî ya pirsgirêkê li hinek cîhên ku hilweşîna şer li dû xwe hiştine bibe sedema girêkên kor jî, ji bo vekirina wan girêkan her dem hewldan û îsrar hebûn. Pêşketinên di nav çend mehên dawî de, bi taybetî jî hevdîtinên ku li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê çêdibin û daxuyaniyên ku têkildarî van hevdîtinan hatin dayîn, bûn sedema hêviyê, di heman demê de hinek fikarên ji ber helwesta desthilatiyê derketine holê jî bi xwe re anîn.
Li Tirkiyê di 1’ê Cotmeha 2024’an de piştî vekirina Meclîsê pirsgirêk dîsa bi awayek xurt hat nîqaşkirin. Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanê di bin tecrîdek giran de re hevdîtin çêkirin. Ev jî dihat wateya gavek girîng ê ji bo çareseriya pirsgirêkê hatiye avêtin.
Şahidbûn
Gelên Tirkiyê pêr şahidiya kêliyên ku salên dirêj dê li ser bê axaftin kirin. Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti), li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn pêk anî. Di Heyeta Îmraliyê de Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek, Faîk Ozgur Erol û Ahmet Türk cîh girtin. Ji serê sibê de herkes li heviya vê bangê ma. Daxuyanî dê li otêlek li Stenbolê bihata dayîn û hema bêje hemû qanalên televîzyonan û rojnamevanên li Tirkiyê daxuyanî şopandin. Lê belkî ji nîvî zêdetirê wan rojnamevanan, yên Kurd bûn û xebatkarên Çapemeniya Azad bûn. Di nav rojamevanên ku ji serê sibê de cîhê xwe girtin de yên ku hê nû ji binçav derketine hebûn, ji hinekan re digotin ‘derbasî be’. Herkesî hevdû hembêz dikir, rojnamevanên ku xwe ji bo nivîsandina rastiyan feda kirine û rastî zext, bêzarkirin, gef û kuştina bi her awayî hatine, bi mafdariya xwe ya têkoşîna ku didin, cîhê xwe yê li salonê girtibûn. Ji ber ku ev daxuyanî mîna her kesî û hinek jî zêdetir wan jî eleqedar dikir.
Xulek hatin jimartin
Bi derbasbûna demê re salon tije bû û herkesên ku li hêviya vîdeoyê bûn, axaftinên derbarê naveroka peymanê de, yên ku ji bo wêneyê ku dê bê di nav kelecanê de bûn, yên ku hevdû hembêz kiribûn, yên ku bi destên hev girtibûn û rûniştibûn, yên ku ji bo ewlehiyê pêk bînin hewl didan, her kesî bala xwe dabû ser tiştek: aştî! Çawa ku dibêjin ‘dikir bifire’, parlementerên DEM Parti’yê jî wisa bûn dema li hêviya heyetê bûn. Bi çepikan hatin pêşwazîkirin û ji bo xwendina daxuyaniyê xulek hatin jimartin. Belê ev ne mezinkirin e, yên li salonê bûn, xulekan jimartin. Heta di hundir de hinek hebûn ku dixwestin saeta wan û ya Sirri Sureyya Onder heta xulek û çirkek jî mîna hev bin. Ev ne bêtehamulî bû, dema kesî ya bê aştî bisekine, tunebû. Ji ber ku herkesî dixwest êdî ‘agahiyek baş’ bibhîze. Wêne be jî dixwestin bibînin û bizanibin.
Kêliya şikestinê ya dîrokê
Di civîna çapemeniyê ya ku bi axaftina Sirri Sureyya Onder destpê kir de, beriya wê kêliya ku bi gotinên ‘kêliya şikestinê ya dîrokê’ hat pênasekirin, kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Şikestinên ku dê guhertin an jî herikîna avabûna siyasî û civakî ya Tirkiyê biguherîne, bandorê li seyra pirsgirêka Kurd bikin, ji dîrokê heta niha her tim çêbûn. Bi rastî yek ji van şikestinan jî, avabûna PKK’ê ya di sala 1978’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bû. Vê têkoşînê li Tirkiyê û herêmê gelek tişt ji kokê ve guherand. Şekil da têkoşîn û berxwedanê. Ev têkoşîn jî bû sedem ku ne tenê li herêmê li hemû dinyayê pirsgirêka Kurd bê dîtin. Yên ku îro bi peyamê re şahidiya kêliyek şikestinê kirin, mîna ku hat gotin bi pûsileya Abdullah Ocalan re diyar dikin ku di nav hewldana avakirina aştiyek bi rûmet de ne û niha zêdetir nêzî vêya nin.
Têkoşîn dê bidome
Wêneyek çi vedibêje? Yên ku li wê salonê di wêne de dîtin ku Abdullah Ocalan bi silametî ye, ji ber şikandina tecrîdê, ‘qebûlbûnê’ û axaftina aştiyê serbilind in. Çawa ku wêne tê ekranê, bêyî ku nefes bistînin lê dinhêrin, paşê jî dibêjin ‘ox’. Yên ku nikarin rondikên xwe rawestînin, kêfxweşiya xwe ya dilşikestî, raperîna xwe, fikarên xwe dispêrin sloganan û kerba dilê xwe vala dikin. Yên ku dema peyam dihat xwendin yek bi yek li nav çavên herkesê di heyetê de nihêrtin û hewl dan wateyek jê derxin, dibînin ku îro dîsa berpirsyariya herî mezin ji wan re hatiye dayîn û têkoşîn bi awayek, bi awayê xwe yê nû dê bidome.
Tiştên ku divê ji bo pêvajoyê bên çareserkirin
Helbet hinek hene ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ev 26 sal in di bin tecrîdek giran de tê girtin tenê di ser ‘çekdanînê û feshkirina PKK’ê re’ nîqaş dikin. Ji bo hemû kesên ku li Amedê û Wanê li qadan, li eywanên her malan, li kargehan, li girtîgehê ji bo vê daxuyaniyê hatine ber ekranan, ev bang ne dawiyek e, destpêka pêvajoyek nû ya bi şikestinê re ye. Gotinên ku piştî xwendina metnê hatin ragihandin, ên wekî "Bê guman danîna çekan a di pratîkê de û xwe fesihkirina PKK'ê, nasîna siyaseta demokratîk û awayê hiqûqî pêwîst dike” jî, tiştên ku di vê pêvajoyê de pêwîst e bên çareserkirin, di nav xwe de vedişêre. Niha ji bo ku deriyên Îmraliyê bi tevahî bên vekirin, li hêviya kilîtek in. Gel dixwaze ku di vê pêvajoyê de herkes berpirsyarî bigre ser milê xwe, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dixwaze û hêvî dike ku li wan meydanan ne wêneyên wî, wî bi xwe bibîne..