Bi ‘Projeya Însaaf’ hewl didin xwe bigihînin hemû jinan

Armanca ‘Projeya Însaaf’ a li Bîngazî hatiye destpêkirin diyarkirina rola jinan di derxistina biryarê di siyaseta zagon û wekhevîyê da girêdayî ye.

HINDIYA AL-ASHEPY 

Bingazî - Parçebûna sîyasî, aborî û tûnebûna ewlehî û zagonan a li Bîngaziyê li ser hebûna jinan û tevlîbûna jinan di qada sîyasî, aborî û civakî de bandorek pir mezin kir. Ji despêka 2011’an û vir ve sazîyên sivîl û jinan li ser atoleyên kar û rûniştinên diyaloga, hewl dide hebûna jinan xurtir bike û dibe sedem ku jin beşdarî biryarên li welat bibin.

Di 21’ê Cotmehê de Rêxistina Nawazî ji bo lêkolînên zayendî qonaxa yekem a Projeya Însaaf (Ber Bi Çanda Serweriya Yasa û Dadmendiya Civakî) dest pê kir. Armanca wê zêdekirina rola jinan di saziyên hikûmetê û bi wezîrên karê û barê jinê re di hikumeta Lîbîya da cih bigreye.

Seroka Rêxistina Newazî ya xwediya Projeya Însaaf e, Henîn Boşoşa got: “Armanca vê projeyê ewku rola jinan di navendên biryardanê de zêde bike, da ku jin rolek çalak di qada siyasetê de biliyze, bi taybet ya bi serwerîya hiqûqî û edaleta zayendî ve girêdayî.”

Dê 7 rojan bidome

Henîn Boşoşa diyarkir ku projeya Însaaf roja şemîyê li bajarê Bingazî hate destpêkirin, wê heft rojan berdewam bike û wiha got: “Di qonaxa yekem de armanc ew e ku serokên yekîneyên piştgirî û bihêzkirina jinan di saziyên hikûmeta Lîbyayê de cih bigrin. Projeya Însaaf gelek qonaxan di hundirê xwe da dihewîne, yek jê amadekirina tîmeke niştimanî ya jinên ku di sektora hikûmetê de kar dikin ji bo pêşxistina pîlanên stratejîk, domandina polîtîkayên giştî, ji bilî perwerde û bilindkirina hişyariyê, di qonaxa din da jî belgefilimê ku li ser jîyana jinan û tiştên ku di deh salên dawîda derbas kirine .”

‘Ji bo jinên li Bîngazî derfeteke nû ye’

Seroka Ofîsa Perwerdê ya li Navenda Lêkolînên Endezyariyê û Teknolojî ya li Zanîngeha Bingazî Endezyar Nisrîn El-Rehîyd got: “Ev proje ji bû min gelek baş bû, bi min ra bû alîkar ku ez jêhatîbûnên xwe nû bikim û pêşbixim û planên xwe yê stratîjîk di kar da bi awayekî hesan rêva bibim û biryarên rast derxim. Projeya Însaaf derfeteke nû ji bû me da avakirin da ku em karibin agahiyan bi hev re parve bikin û jinan di her warî de armanc dike da ku karibe biryar bide û rola xwe di çalakîyên siyasî û yên cuda da bigre.”

Proje xwe gihand gelek jinan

Rêvebera Beşa Jin û Zarokan li Encûmena Niştimanî ya Jinan li Herêma Rojhilat, Hind El-Fayid got: “Plansaziya stratîjîk yek ji civînên Projeya Însaafê ye û ji girîngtirîn pêkhateyên nûjen li Lîbyayê  tê hesibandin. Projeyê alîkarîya min kir ku bi awayekî zanistî pirojeyên cuda amade bikim. Ji derveyî rê û rêbazên rêvebirin û sûdwergirtina ji hêz û lewazbûna her pirojeyekê  nas bike. Projeya Însaafê armanc kir ku xwe bigihîne gelek jin li Rojhilat, Başûr û Rojavayê Lîbiya, gelek jinên ji komên cihe reng  beşdar bûn. Di nav wan de serkirdeyên ku bi jinan re eleqedar dibin , jinên ku di karûbarên jinan de di hikûmeta Lîbyayê de cih girtin hene, ji lêkolîner û pisporên di warên cuda de hene.”