Bi Pirtûkxaneya Amarayê çanda xwendinê tê pêşxistin

Pirtûkxaneya Amara ku li bajarê Qamişloyê bi 5 hezar pirtûkan hat vekirin û niha 250 hezar pirtûk hene, herî zêde ji jinan eleqeyê dibîne. Dilvîn Kurmanc bal kişand ser astengiyên li ser sînoran û got, "Xwendin, fikirîn û zanîn nayê astengkirin."

DÎREN ENGÎZEK

Qamişlo – Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, têkoşîna ji bo guhertina zîhniyetê û veguhertina civakê didome. Weke parçeyek vê têkoşînê Pirtûkxaneya Amara ya ku di 31’ê Cotmeha 2018’an de li bajarê Qamişlo hat vekirin, bi pêşxistina çanda xwendinê tevkariyê li guhertina ferasetê dike.

'Armanca me pêşxistina çanda xwendinê ye'

Ji rêveberên Pirtûkxaneya Amarayê Dilvîn Kurmanc jî diyar kir ku xwendekar, nivîskar û rewşenbîran bi daxwaza vekirina cihekî pirtûkxane afirandin. Dilvîn Kurmanc, diyar kir ku armanca wan ew e ku çanda xwendinê bi her kesê re bi pêş bixin û got: “Di pirtûkxaneyê de gelek pirtûk hene. Pirtûkên edebî, erdnîgarî, dîrokî, olî û lêkolînî hene. Piraniya pirtûkan bi Kurdî û Erebî ne. Pirtûkên Îngilîzî û Tirkî jî hene. Nêzî 250 hezar pirtûkên me hene."

Yekemîn pirtûkxaneya Rojava

Dilvîn Kurmanc anî ziman ku kesên ji her temenê serdana pirtûkxaneyê dikin û got “Ji bo xwendina pirtûkan tên. Hê zêdetir kesên ciwan serdanê dikin. Lê gelek kesên ji 30 salî mezintir jî tên vê derê.” Dilvîn Kurmanc da zanîn ku ew der yekemîn pirtûkxaneya Rojava ye wiha domand:

“Berê di dema rejîma Sûriyeyê de pirtûkxaneyek hebû. Hejmara pirtûkan pir kêm bû. Li Rojava yekem car projeyek wiha pêk hat. Li qadên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li cihên mîna Reqa, Dêrezor, Tebqa jî bi projeyên mîna vê pirtûkxaneyê hatin vekirin. Li Qamişloyê jî çend pirtûkxane hene lê taybet in. Mînak ji bo zarokan pirtûkzaneyek heye, li pirtûkxaneya Ronak pirtûkên zarokan hene.”

'Her pirtûk hînî zimanekî dike'

Dilvîn Kurmanc, anî ziman ku pirtûk ji aliyê derûnî ve mirovan pêş dixe û wiha got: “Bi xwendinê mirov jiyan, dîrok û mirovatiya xwe nas dike. Mirov xwe nas dike, lewre ew mîna çekek e, bi rastî ew çekek rewşenbîrî ye." Dilvîn Kurmanc anî ziman ku her pirtûkek xwedî zimanekî cuda ye û got, “Mirov çiqasî xwe bixwîne û xwe pêşde bibe, ewqasî hînî zimanekî dibe. Her ziman jî tê wateya mirovekî nû. Bi vî awayî derdora xwe nas dike û asoya xwe fireh dike. Bi vî zimanî ew ya pêşberî xwe jî qezenc dike.”

'Me bi pênc hezar pirtûkan dest pê kir'

Dilvîn Kurmanc di dema avakirina pirtûkxaneyê de jî behsa zehmetiyên wan kir û got, “Me destpêkê bi pênc hezar pirtûkan dest pê kir. Me lêkolîn kir ka em çawa dikarin pirtûkan zêde bikin. Me hewl da ku rêyên vê yekê bibînin. Me hewl da ku ji Şam, Lubnan, Bakur (Bakurê Kurdistanê), Başûr (Başûrê Kurdistanê), Îranê bînin. Me gelek têkilî danîn. Lê her tim li deriyên sînor pirsgirêk derdixistin me, pirtûkên me bi mehan hatin girtin, destûr nehat dayîn û qedexe kirin."

'Sînor ji bo pirtûkan tên girtin'

Dilvîn Kurmanc bang li dewletên ku nahêlin pirtûk derbas bibin kir û got, "Eger li pêşiya me astengiyê dernexin nikarin xwendin, fikir û zanistê asteng bikin, nikarin pirtûkên li Rojava qedexe bikin." Her wiha Dilvîn Kurmanc anî ziman ku girtina deriyên sînor ji bo pirtûkan gelekî şaş e û divê gelê Kurd rê nede vê yekê û got, "Divê em rê û rêbazên cuda biceribînin da ku pirtûkan bigihînin vir, yan jî bi xwe çap bikin."

Jin zêdetir eleqeyê nîşan didin

Dilvîn Kurmanc diyar kir ku jin zêdetir bi pirtûkxaneyan re eleqedar dibin û got: “Ji 13 heta 70 salî jin û zarokên keç tên vir. Ji aliyê jimareyî ve jin ji mêran zêdetir bi pirtûkan re eleqedar dibin. Zarokên keç ji pêşveçûnê re pir vekirî ne. Berê ditirsiyan ku werin vê derê lê niha newisa ye, hêdî hêdî tirsa xwe dişkînin, guherînek heye. Jinên ciwan dê bi pirtûkan pêş bikevin.”

Dilvîn Kurmanc bang li her kesê kir ku serdena Pirtûkxaneya Amarayê bikin û pirtûkan bixwînin.