‘Bi pêşengiya jinên Êzidî dê civak ji fermanê bê parastin’
Jinên ku tevli kongreya TAJÊ’ê bûn diyar kirin ku riya parastina jinan û civak bi rêxistinkirina hêza xweser pêkan e û bi yekitiya jinên Êzidî wê ev yek misoger bibe.

Şengal – Bi rihê berxwedêr ê ku li hember fermana 2014’an bi pêş ket û di salvegera 7’emîn rizgarkirina bajarê Şengalê de weke bersivdayîna hemû êrîşên li ser civaka Êzidî û jinên Êzidî kongreya xwe li dar xist. Bi taybetî jî bi armanca berfirehkirina rêxistinkirina xwe û bihêzkirina vîna jinan, bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ku bûye felsefeyek cîhanê ya azadiya jinan TAJÊ’ê bi dirûşma “Em ê xwe ji fermanê biparêzin azadiya jinan û civakê misoger bikin” bi biryardarî kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist.
jinên ku tevli kongreya TAJÊ’ê bûn bi moral û coşeke mezin diyar kirin ku bi qasî xweparastin girîng e ewqas jî pêdivî bi xwerêxistinkirinê heye û diyar kirin ku heya misogerkirina civakek azad ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
‘Bi saya rêxistinbûna jinên Êzidî civak dikaribû hebûna xwe bidomîne’
Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê Vejîn Ocalan ji ajansa me re axivî, kongreya TAJÊ’ê li her kesê pîroz kir û diyar kir ku bi saya hêza rêxistinbûna jinên Êzidî civak dikaribû careke din hebûna xwe bidomîne û wiha nirxand: “Ez kongreya TAJÊ’ê ya duyemîn li hemû jinên Êzidî û şervanên YJŞ’ê re pîroz dikim. Rêxistinbûna jinên Êzidî girîng e, ji ber ku ger jinên Êzidî berê fermanê rêxistinkirî bûna, me yê rojên reş nedîta. Lewma ji fermanê û şûnve gavên herî girîng birêxistinkirin û avakirina hêza xwe ye. Ev kongre jî xwedî girîngiyek mezin e ji ber ku di salvegera rizgarkirina Şengalê de hatiye lidarixistin, yanî bersiva herî mezin ji hemû hêzên ku dixwazin baweriya me tune bikin. Di her gavên ku em di jiyana xwe de davêjin bersivek ji dijminên civaka me re ye.”
Vejîn Ocalan di dawiya nirxandina xwe de teqez kir ku bi hêza jinan wê civaka Êzidî bê parastin û wiha bi dawî kir: “Bêguman em nikarin vê yekî paşguh bikin, em bi saya YJA STAR, HPG, YPG û YPJ îro li vir kom bûne û li ser xeta bi sedan şehîdan têkoşîna xwe ya azadiyê dimeşînin. Lê van gavan bi yekitiya civaka me wê serkeftinên mezin bîne. Ji ber vê yekê em tu car bi êrîşan lawaz nabin, hêza jinên Êzidî yêm berxwedêr û têkoşer weke mertalek li hemberî hêzên ku hewl didin civak û baweriya me tune bkin. Piştî 7 salan ji rizgarkirina Şengalê, îro civaka me roj bi roj berê xwe dide axa xwe, ev yek jî bi hêviya jiyana nû li ser axa xwe bi pêş dikeve.”
Bal kişandin ser girîngiya yekitiya jinên Êzidî û Ereb
Her wiha endama koordînasyona jinên ciwan a Şengalê Sara Botan jî ji me re axivî. Sara bal kişand ser pêşengiya jinên Êzidî di civakê de û yekitiya jinan ji hemû neteweyan û wiha got: “Em kongreya xwe li Rêber Apo pîroz dikin. Ev kongre di rojeke pîroz de, ,roja rizgarkirina Şengalê de hatiye lidarxistin. Em jî weke jinên ciwan di kongreya TAJÊ’ê de cihê xwe digrin. Kongre bi coşeke mezin berdewam dike. nîqaşên girîng hatin meşandin der barê têkoşîna li hemberî zîhniyeta zilam a desthilatdar û dagirkeriya axa me. Her wiha mijara ku me girîngî da yekitiya jinên Êzidî û Ereb bû. Ji ber ku dema mijar êşên jinan, be bawerî û netew ferq nake, nasnameya me jinan, êşa me yek e. Em jî weke jinên ciwan bi hêza pêşengiyê têkoşîna xwe bilindtir dikin û tola hemû jinên Êzidî bi avakirina civakeke azad bistînin.”