Lêkolînek nû: Menopoz ne girêdayî kêmkirina hecma madeya gewr a mêjî ye

Li gorî lêkolînek nû, baliqbûn û ducanîbûn bi kêmbûnek girîng a hecma madeya gewr a kortîkarê ve girêdayî ye, lê di pêvajoya ketina menopozê de kêmbûnek wiha nehate dîtin.

Navenda Nûçeyan- Lêkolînek nû derbarê guhertinên di mêjiyê jinan de di sê qonaxên hormonal ên sereke de, nîşan dide ku baliqbûn û ducanîbûn bi kêmbûneke girîng a qebareya madeya gewr a kortîkalê ve girêdayî ye, lê di pêvajoya ketina menopozê de kêmbûneke wisa nehate dîtin.

Lêkolîna di kovara zanistî *Nature Communications* de hatiye weşandin, daneyên MRI yên hezar û 95 kesan, analîz kiriye û bi karanîna rêbazek analîtîk a domdar guhertinên avahîsaziyê yên mêjî di dema baliqbûnê, ducaniyê û ketina menopozê de anîne ber hev.

Hecma madeya gewr kêm bûye

Lêkolîneran tesbît kir di keçên di dema beriya dîtina regilê (pre-manarş) û dema dîtina reglê (post-menarş) de hecma madeya gewr kêm bûye. Bi heman awayî, jinan di dema ducaniyên xwe yên yekem û duyem de kêmbûnek berfireh di hecma madeya gewr a kortîkal de dîtin, ev guhertin bi taybet li herêmên prefrontal, parietal û korteksa temporal de diyar bûn.

Lê, rewş di dema menopozê de cûda bû. Jinên ku di dema lêkolînê de ji qonaxên berî menopozê derbasî qonaxên piştî menopozê bûn, kêmbûnek girîng di hecma giştî an jî ya kortîkalê de di madeya gewr de nedîtin. Li beramberî vê, di koma jinên ku di temamiya dema lêkolînê de an berî menopozê an jî piştî menopozê man de, kêmbûnek di hecma madeya gewr de nehat dîtin.

Mejiyê jinan di dema menopozê de bê liv dimîne

Lêkolîner destnîşan dikin ku ev dîtin nîşan dide ku berovajî guherînên hormonal ên bi baliqbûn û ducaniyê ve girêdayî, ketina pêvajoya menopozê şêwazek bêhempa ya guherîna mêjî dişopîne û dibe ku heta bi demkî windabûna xwezayî ya hecma mêjî  ya bi temen ve girêdayî hevseng bike. Lê belê, diyar dikin ku ev şîrove hîn jî destpêke û lêkolîn nayê wê wateyê ku menopoz mêjî ‘diparêze’.

Ev lêkolîn nîşan dide ku mejiyê jinan di dema menopozê de bê liv dimîne. Li gorî diyardeya sereke bi tenê bi hecma madeya gewr ve girêdayî ye, ew di vê heyamê de di derbarê fonksiyona mêjî, bîr, pêvajoyên kognîtîv, an guhertinên din ên norolojîk de cih nade encamekê.

Li gorî lêkolîneran, girîngiya vê lêkolînê di anîna berhev a rasterast a sê guhertinên hormonal ên sereke di jiyana jinê de ye. Encam nîşan didin ku mêjiyê jinê di bersiva guhertinên hormonal de pêvajoyek ji nû ve avakirinê derbas dike, lê ev şêwaz di dema baliqbûnê, ducaniyê û menopozê de diguherin.

Di encamê de, ev diyarde divê wek ‘mêjiyê jinan di dema menopozê de bê liv dimîne’ neyê şîrovekirin; berovajî vê, lêkolîn nîşan dide ku berevajî baliqbûn û ducaniyê, ketina menopozê bi kêmbûnek girîng a hecma madeya gewr ve girêdayî nîne.