Bi mehane agahî ji girtiya siyasî Zeynep Celaliyan nayê girtin

Ji Zeynep Celaliyan ku bi endamtiya PJAK’ê tê tohmetbarkirin û 14 sal in li Îranê girtî ye, bi mehan e agahî nayê girtin.

 
Navenda Nûçeyan - Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan di bin şert û mercên herî giran ên girtîgehên Îranê de tê girtin. Malbat û xizmên Zeynep Celaliyan a 14 sal in ji ber endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di girtîgehên Îranê de tê girtin bi mehane agahî jê negirtine. Ji bo Zeynep Celaliyan cezayê sêdarê hatibû dayîn, ji ber xwedîlêderketina civakî daraza Îranê neçar ma gav paşde da û darve nekir. Cezayê Zeynep Celaliyan vegerandin muebetê.
Sendîkaya Girtiyên Siyasî: Ji meha Gulanê û vir ve agahî jê nayê girtin 
Li gorî agahiyên ji aliyê Sendîkaya Girtiyên Siyasî ve hatin dayîn, Zeynep Celaliyan a ku herî dawî li Girtîgeha Yezd ê di sirgûnê de ma, ji meha Gulanê ve agahî jê nayê girtin. Sendîkayê diyar kir ku rêveberiya Îranê ji bo şopa Zeynep Celaliyan winda bike şandin Yezd, Kirmanşah, Urmiye û piştre jî Girtîgeha Yezd ê. Sendîkayê anî ziman ku ew hewl didin vê yekê bişopînin û ji rewşa heyî bi fikar in.
Sendîkayê da zanîn ku ti pêdiviyên tenduristiyê yên Zeynep Celaliyan nayên dabînkirin ji ber wê jî ji jiyana wê bi fikar in û got: "Em wisa difikirin ku ew niha bi rewşeke xedar re rû bi rû ye." 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji Serokê Dadgeha Bilind a Îranê re nivîsî
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo balê bikişîne ser şert û mercên tecrîda li ser girtiya siyasî ya li Îranê Zeyneb Celaliyan di meha sibata borî de nameyek ji Serokê Dadgeha Bilind a Îranê Îbrahîm Reisi re şandibû û xwestibû ku şert û mercên wê bên sererastkirin. Name bi van gotinan despêdike; “Zeynep Celaliyan a ku di sala dawî de ji 4 girtîgehên cuda hatiye veguhestin, ji aliyê Wezareta Îstixbaratê ve tê şertkirin ku xizmetê tenduristiyê jêre neyê kirin. Li hember veguheztina wê ji bo zindaneke nêzîkî malbata wê ya li parêzgeha Azerbaycanê, jê tê xwestin ku li ber kamerayan îtiraf bike û bêje ku wê xeletî kiriye û ji çalakiyên xwe yên siyasî poşman bûye.”
Zeynep Celaliyan: Dema ku jin azad ji dayik dibe, ti hêz nikare çok bi wê bide şikandin
Zeynep Celaliyan di nameya xwe ya dawî de ev tişt anî ziman; "Ey zalim, we dît û temaşe kir, hûn nabînin ku hûn nikarin bi kuştin, îşkence û zindankirina me jinan daxwazên me rawestînin. Dema ku jin azad ji dayik dibe, ti zext nikare çok bi wê bide şikadin."