‘Bi jin û mêrên azad, wê civakek azad bê avakirin

Bi boneya 8'ê Adarê li kantoan Şehbayê komîteya perwerdeyê ya Kongra Star dewreyeke vekirî ya perwerdeyê ji bo mêran vekir. Mêrên ku tevlî perwerdeyê bûn gotin ku bi jin û mêrên azad, wê civakek azad bê avakirin.

HESNA MIHEMED

Şehba- Bi hatina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, komîteya perwerdeyê ya Kongra Star Efrîn-Şehbayê dewreya perwerdeyeke vekirî di 2'ê Adarê de ji mêran re di bin diruşma "Bi vîna jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî, tecrîdê têk bibin" vekir û ev perwerde wê 3 rojan berdewam bike. 19 mêrên ji nava civakê beşdarî perwerdeyê bûne û tê de waneyên li ser wateya 8'ê Adarê, dîroka jinan û desthildariya ku li ser jinan tê meşandin, tên dîtin. Der barê armanca vekirina dewreya mêran de komîsyona perwerdeyê û mêrên ku beşdar bûne nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

'Bi riya perwerdeyan em ê civakek azad ava bikin'

Ji komîsyona perwerdeyê Hemîda Muhamad bal kişand ser armanca bi vekirina dewreya perwerdeyek xweser ji bo mêran bi boneya 8'ê Adarê û wiha got: "Me weke komîte xwest mêrên di nava civakê de bi munesebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, em  perwerdeyê bidin mêran. Armanca me bi vê perwerdeyê ew bû ku em dîrok, rastî û koletiya li ser jinên tê ferzkirin ji wan re vebêjin. Di heman demê de bi riya waneyên xwe desthilatdariya ku li ser jinan tê meşandin şîrove bikin û bi dawî bikin. Beşdarbûna mêran ji bo perwerdeyê gavên baş û serkeftî ne her wiha di nava perwerdeyê de nêrîn û pêşniyarên xwe jî dikin. Em ê bi perwerdekirina mêr û jinan dawî li koletî û bindestiyê bînin. Li kêleka wê di perwerdeyê de wate û dîroka 8'ê Adarê jî tê vegotin. Perwerdeya me li ser bingeha fikrî û felsefeya Rêber Apo tê meşandin ku azadiya jinan pênase dike. Bi riya perwerdeyan em hewil didin zihniyeta mêrên bindest di cewher de bidin guhertin, ji bo ku em bigihîjin civakek azad û rast. Em 8'ê Adarê li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin."

'Me dîrok û rastiya jinan fam kir'

Ednan Tarî ku beşdarî perwerdeyê bûye guhertin û veguhertinên ku di perwerdeyê de dîtine anî ziman û got: "Em derbasî perwerdeyê bûne bi armanca ku em 8'ê Adarê ji nêz ve nas bikin her wiha dîrok û rastiya jinên Kurd jî bizanibin. Di vê perwerdeyê de me bêhtir rol û misyona jinan di nava civakê de fam kir. Jinan bi riya perwerde û hebûna xwe di nava civakê de rêveberiyê dikirin lê mixabin ji aliyê desthilatdaran ve hatibûn tunekirin û rola wan nema bû. Bi riya perwerdeyan zihniyeta hişk a baviksalarî tê guhertin. Pêwîstiya me bi perwerdeyên bi vî rengî heye, ji bo ku em bikaribin zihniyet û nêrînên xwe yên der barê jinan de bidin guhertin. Bi jinên azad û mêrên azad, wê civakek azad bê avakirin. Em 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û Kurdan pîroz dikin."

'Perwerde riya lêkolîn û dîtina rastiyê ye'

Îmad Elo jî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li xwe û tevahî jinan pîroz kir û got: “8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê em li xwe û tevahî jinan pîroz dikin. Em tevli dewreya perwerdeyê bûne bi armanca naskirina dîrok û cewhera jinan. Perwerde ji mirovan re gelek pêwîst e weke av û nan e. Em ê bi riya perwerdeyan civakek wekhev ava bikin. Perwerde cihê lêkolîn û dîtina rastiyê ye. Waneyên me der barê dîroka jinan û desthiladariya ku li ser wan hatiye meşandin de ne."