‘Bi jehrîkirina xwendekaran şoreşa jinan tê hedef girtin’

Mamosteyên Efrînî diyar kirin kubi jehrîkirina xwendekarên jin şermezar kirin û gotin ev tê wateya hedefgirtina şoreşa jinan li Rojhilatê Îranê û desteserkirina mafên jinan.

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji meha Mijdarê ve heta niha li îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi ser dibistanên xwendekarên keç de gazên kîmyewî ji aliyê hikumeta Îranê ve tên bikaranîn. Zêdeyî 5 hezar xwendekarên keç bi jehrê ketine û rewşa wan a tendirustî nebaş e. Ev hewldanên ku tên kirin tê wateya ku şoreşa jinan li wê deverê vemirînin û jinan ji zanist û xwendinê dûr bixin.

Li seranserî cîhanê û Kurdistanê jin daketin qadan û jehrkirina xwendekarên keç bi çalakî û xwepêşandanên xwe şermezar dikin. Mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC'ê Efrîn-Şehba nerazîbûnên xwe li hemberî vê yekê nîşan dan.

‘Bi rihê jinê wê şoreş bi serkeve’

Mamosteya Zimanê Îngilîzî Deniyal Beko bal kişand ser rewşa xwendekarên keç li Rojhilatê Kurdistanê û nerazîbûnên xwe li hemberî vê yekê anî ziman û got: "Rewşa jehrîkirinê li Rojhilatê Îranê ku rû daye zêdetir di nava xwendekarên keç de belav bûye. Jehrkirina xwendekarên keç tê wateya vemirandina çirûska şoreşa jinan li wan deveran. Xwestin bi vê yekê metirsiyê bixin nava civakê ku tu kes nikare li hemberî sîstemên me serî rakin û bi mafên xwe bixwazin. Tu carî em bi van bûyeran bi bandor nabin û dev ji doza xwe ya azadiya jinan bernadin. Di heman demê de dixwazin jinan ji xwendin û jiyanê qut bikin û nehêlin zanista xwe berdewam bikin. Xwendekarên Rojhilatê Îranê xwendekarên me ne jî û em bi vê yekê gelek xemgînî ne ku destdirêjî li ser xwendekarên me de tên kirin. Em vê destdirêjiyê li ser jinan qebûl nakin û piştgiriya wan dikin ku bi hev re li hemberî zîhniyetên desthilatdar serî hildin û teslîmkariyê qebûl nakin. Em ê bi rihê jinan şoreşa xwe bi ser bixin."

‘Em ê navê şoreşger Jîna Emînî li tevahî cîhanê belav bikin’

Mamoste Meriyem Xan êrîşên li ser jinên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û ev tişt vegot: "Em mamosteyên Efrînê êrîşên li ser jinan li Rojhilatê Îranê şermezar dikin, ew jî di bûyerên ku li dibistanên xwendekarên keç de xuya dike. Nêzî 50 dibistan hatin hedefgirtin û xwendekarên keç hatine jehrkirin piraniya wan rewşa wan xeter e û tendirustiya wan nebaş e. Ev hemû hewldanên ku tên kirin ji bo binxistina şoreşa jinan li wê deverê yê ku bi navê Jîna Emînî dest pê kiriye dixwazin her dem jinên Îranê û hemû cîhanê bixin bin desthilatdariya xwe. Em li dijî hewldanên desthilatdariyê nerazîbûnên xwe derxin pêş û bi çalakiyên xwe piştevaniya jinên Îranê dikin. Em ê navê şoreşger Jîna Emînî li tevahî cîhanê belav bikin."

‘Jinên pêşeng û siyasetmedar tên hedefgirtin’

Mamoste Sêvîn Ebdo teqez kir ku her jinek li hemberî tundiyê serî radike tê îşkencekirin û wiha got: "Her jina ku li hemberî tundî û bindestiyê serî radike ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê îşkencekirin. Naxwazin jin xwedî maf û biryar be her dem di bin koletiya mêr de bijî. Em jî vê yekê tu carî qebûl nakin. Li tevahî Kurdistanê her dem jinên pêşeng û siyasetmedar tên hedefgirtin. Bûyera jehrkirina xwendekarên keç jî vê yekê nîşan dide. Em hedefgirtina jinan bi tundî şermezar dikin."