‘Bi îradeya kolektîf dê pêşî li qetilkirina jinan were girtin’

Civaknas Rezvan Moghadam bal kişand ku li Îranê, bi serhildanan re şîdeta li dijî jinan kêm bûbû lê di çend mehên dawî de dîsa zêde bûye û got: “Bi îradeya kolektîf dê pêşî li qetilkirina jinan were girtin.”

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên ku bi pêşengiya jinan piştî 16’ê Îlona 2022’yan bi qetilkirina Jîna Emînî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kirin, bi çalakiyên nerazîbûnê yên sivîl li her qada jiyanê domiyan. Hikumeta Îranê ya ku xwest serhildanan bide rawestandin û hemû beşên civakê biçewisîne jî polîtîkayên zext, girtin, şîdet û qetilkirinê zêde kir.

Di meha Hezîranê de 11 jin û 3 zarok hatin qetilkirin

Polîtîkayên hikumetê yên ku bûn sedema krîza civakî, pêşî li zêdebûna şîdeta mêr jî vekirin.  Li gorî daneyên heyî li Îranê di meha Hezîranê de 11 jin hatin qetilkirin, 6 jin jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dan, dîsa 3 zarok hatin qetilkirin, 3 zarokan jî bi awayê guman jiyana xwe ji dest dan.

Mirina bi guman a çend kesan wekî ‘xwekuştin’ ketin qeydan

Mirina bi guman a çend kesan jî wekî ‘xwekuştin’ ket qeydan. Jin di bin navê ‘namûsê’ de hatin qetilkirin. Kiryar jî kesên herî nêz bûn. Faktora herî girîng a bû sedema qetilkirina jinan û zêdebûna şîdetê ew bû ku li welat cezayê ji bo kiryaran tunebû. Tê texmînkirin ku dane û tabloya rastîn a bûyerên bi vî rengî ji vana gelek zêdetir in.

‘Di mehên destpêkê yên serhildanan de şîdeta li dijî jinan kêm bûbû’

Li Îranê jinên ku pêşengî ji serhildanan re kirin, bi kampanyayên cuda têkoşîna xwe didomînin. Yek ji kesên ku kampanyaya bi navê “Pêşî li cînayetên toreyî bigre” dimeşîne civaknas dr. Rezvan Moghadam têkildarî şîdeta li dijî jinan ji ajansa me re nirxandin kir. Rezvan Moghadam bal kişand ku di mehên destpêkê yên serhildanê de bûyerên şîdeta li dijî jinan û qetilkirinê kêm bûbûn û wiha domand:

“Bi serhildanê, re me di meha destpêkê ya kampanyaya xwe encamek baş girt lê bi taybetî di van 3 mehên dawî de qetilkirina jinan di bin navê ‘toreyê’ de zêde bûne. Ji dawiya meha Hezîranê heta meha Temûzê 9 jin di bin navê ‘namûsê’ de  de hatin qetilkirin. Di mehên destpêkê yên serhildanê de hêviya gel ji bo guherînê zêde bû. Kesên ku xwedî ramanek paşverû û kevneperest bûn jî ji vê serhildanê bi bandor bûbûn. Di civaka me de jin ji mêran zanatir in, zêdetir mafên xwe dizanin. Dizanin ku bedena wan aydê wan e. Hinek mêr piştgiriyê didin ‘zagona îfet û sergirtinê’ ya hikumetê. Mêr dema ku derfetê dibînin, nerazîbûneke jinan a herî biçûk jî li malê napejirînin û mafê kuştinê di xwe de dibînin.”

‘Îstatîstîkên rastîn di medyayê de cih nagirin’

Rezvan Moghadam got ku xizanî û zagonên antî femînîst ên li dijî jinan faktorên zêdebûna şîdeta li dijî jinan in û diyar kir ku daneyên rastîn ji yên di medyayê de zêdetir in û got: “Di tiba edlî de daneyên rastîn hene û peywira vê saziyê ew e ku van daneyan eşkere bike. Nifşeke civakê li kolanan e, li dijî paşverûtî û pergala ku rê nade guherînê li ber xwe dide. Ev nifş dixwaze bibe xwedî azadiya layiqê mirov û rûmeta xwe biparêze lê beşa baviksalar û paşverû ya civakê dixwaze kontrolkirina jinan bidomîne.”

‘Îradeya kolektîf dê pêşî li bûyerên bi vî rengî bigre’

Rezvan Moghadam bal kişand ku di mijara qetilkirina jinan di bin navê ‘namûsê’ de divê civak hestiyar be û mêrên kujer di nava xwe de qebûl neke û wiha domand: “Hinek mêrên di civakê de, hê jî ji propagandaya ‘sernegirtina jinan tunebûna namûsa jinan e, jin namûs e’ bi bandor dibin. Divê civak van gotinan ji bo xwe heqaret bibîne. Qetilkirina Jînayê ji ber sergirtinê bû. Bi vê yekê dewlet hewl dide têgihîştina ‘cînayeta namûsê’, hikumet jî bi gotibên ‘jin şerefa îslamê ne û ev yek bi teseturê dikare were parastin’ biafirîne. Yanî li gorî wan jin bi teseturê namûs û şerefa civakê diparêzin. Divê mêr jî li dijî vê feraset û gotinan serî hildin û heqaret bibînin. Bi îradeya kolektîf dê pêşî li qetilkirina jinan were girtin.”

‘Cînayetên jinan ne malbatî ne pirsgirêkên civakî ne’

Rezvan Moghadam, bal kişand ku bûyerên qetilkirina jinan pirsgirêkek malbatî nîn in, loma jî divê çareseriyek civakî were dîtin û pirsgirêka malbatê neyê dîtin û pirsa ‘gelo dê pirsgirêka bav bi keça wê re çi be?’ axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Gelek caran cînayetên ‘namûsê’ bi nelihevkirina malbatê bi nav dikin. Di nava malbatan de jin dixwazin bi mafên xwe bijîn û divê ji derve jî piştgirî ji wan re were dayîn. Berê li darvekirinan dihat temaşekirin lê niha gel ji bo rawestandina înfazan kampanyayan dimeşîne. Ev guherîn di şevek de çênebû, pêvajoyek dest pê kir. Dema ku civak zana bibe dê têbigihîje ku şîdeta nava malê çi ye. Ji bo jnên ku di bin navê namûsê de tên qetilkirin, em dikarin bi kampanyayan hişyariyê çêbikin.”