KJAR: Bi hevgirtina jinan, pergala mêr a destihilatdar wê tine bibe

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) bi boneya 9'emîn Salvegera Fermana 3’yê Tebaxê ya sala 2014’yan daxuyaniyek da û got “Bi hevgirtina jinan, pergala mêr a destihilatdar wê tine bibe.”

Navenda Nûçeyan - KJAR’ê derbarê 9’ emîn salvegera 3'yê Tebaxa sala 20214'an de daxuyaniyek da û got: “Di fermana 74 de jî, dijminê mirovahiyê, hewilda ku di şexsê Şengalê de, hemû deskeftiyên mirovahîyê dagir bike. Jinên Şengalê, di beşên civakî, leşkerî û siyasî de, xwe birêxistin kirin.”

 Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:

 “9 sal li ser fermana 74 an li ser Şengalê derbaz dibe. Di dîroka 3’yê Tebaxa 2014 de, terorîstên DAIŞ’ê, êrişî Şengalê kirin, gelek zarokên hêja û bi rûmeta her 4 beşê welat, li ser axa pîroz a Şengalê, bi lehengî canê xwe fedayî nîştiman û azadiyê kirin. Di vê rojê de, em hemû şehîdan bi bîr tînin. Têkoşîn û berxwedana şehîdan, gelek rêyên zehmet, hêsan kir, berdewamiya di rêya şehîdan de, wê serkeftinê misoger bike.

 Êrişê destkeftiyan dikin

 Kurdistan di demên cuda de, şahîdî ji gelek berxwedanî, têkoşîn û di heman demê de, îxanetan re kiriye. Di rûpelên dîrokê, him rojên bi êş, him jî rojên gelek xweş hatine nivîsandin. Civaka Êzidî, ji vê yêke bê par nemayê. Dîroka civaka êzidî gelek kevnar e û ev civak bi salane ku bi çanda jin-dayik , jiyan dike. Çanda ku welatparêzî di nava xwe de dihewîne û heta rojên îro xwe parastiye. Ev çand bi salan li hember her cure qirkinê, berxwe dide, ev berxwedan jî îro, gihîştiye asta herî bilind. Di fermana 74 de jî, dijminê mirovahiyê, hewilda ku di şexsê Şengalê de, hemû deskeftiyên mirovahîyê dagir bike. DAIŞ di bingeh de, nûnertiya hêz û zihniyeta mêr a serwer dikir, ku menewîyatê bin pê dikir. Di encama vê êrişê de, hejmarek zêde ya jinên êzidî, esîr hatine girtin, gelek ji wan koçber bûn. Gelek ji wan hatine firotin ku heta niha jî, rewşa gelek ji wan jî, nediyare. Ev yek rastiya zihniyeta mêr a serwer baş nîşan dide ku li ku derê be êrişî destkeftiya civak û menewiyata wê dike.

 Jin bûne pêşengên civakê

Her çiqas hêzên hegemon xwestin ku di şexsê DAIŞ’ê de, xwe li herderê Rojhilata Navîn, serwer bikin jî, lê têkoşîna jinan li Kurdistanê, vê yekê vale derxist. Bi salane ku li seranserê Kurdistanê, jin bûne pêşenga civakê û di hemû qadê de xwe bi rêxistin dikin. Di Şengalê de jî ev yek bi heman awayê ye. Jinên Şengalê, li ser fikir û paradîgmayê Rêber Apo, hêz û îradeya xwe nas kirin, di beşên civakî, leşkerî û siyasî de, xwe birêxistin kirin. Her yek bûne pêşengek ji civakê re ku di dilê DAIŞ de, tirsek mezin da ava kirin. Jinên êzidî nîşan dan azadî berdêl dixwaze, ji bo binxistina DAIŞ’ê, di vê rêyê de gelek berdêlên giranbuha jî dan.

Dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' bû mînaka cîhanê 

11 meh li ser Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan re derbaz dibe. Di nav van 11 mehan de, jinan li seranserê Îranê, li hember zihniyeta ku wan weke objeyek dihesibîne, şer kirin. Deshilatdarê Îranê di vê demê de, qed û qed nesekinîn. Ji mekteban heta zanîngehan, ji kolanan heta girtîgehan, bû qada serkurkirina jinan! Her roja ku derbaz bû, êriş roj li pey roj zêdetir bû. Parleman bû cihê biryarên dijî jinan, mele her roj gotinên nû, derbarê rewşa jinan derdixistin ji bo ku jinan tengav bikin, nehêlin ku nefes bistînin, lê jinan li Îranê, gelek pênaseyên desthilatdarên Îranê şikandin û li jêr dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bûne mînak ji hemû jinên cîhanê re. Carek din diyar bu ku hêza şoreşa jin bi zagonan nikare were sekinandin.

Jinên efgan xwedî têkoşîneke bê hempa bûn

Di demek ku Şoreş li Îranê berdewam bu, li welatê kêlek Îranê, hikûmeta Talîban, rojane mafê jinan sinordar dikir. Jinên efgani xwedî li têkoşînek bê hempa bûn li hember hikûmeta Talîban. Rojane li Efganistanê, biryarên nû li ser jinan tê girtin, lê jin gav paş de navêjin û têkoşîna xwe berfirehtir dikin, vê yekê baş nîşan dide ku her çiqas pergala sermayedarî ya cîhanî, bi awayekî sîstematîk êrişî jinan bike jî, têkoşîna jinan roj bi roj zêdetir dibe. Jin, êşa hev fam dikin û ji hevdu jî hêz digirin. Peywendiyên jinan, li cihê cuda, vê yekê nîşan dide ku erdnîgarî û çanda ciyawaz nikare bibe asteng, ji ber têkoşîn û hevgiritina jinan gihîştiye asta cîhanî. Jinên li Efganistanê, li Îran û li Şengalê, ji hevdu hêz digrin û têkoşîna xwe berfireh dikin.

‘Xebat û têkoşîna bê navber pêwîst e’

Weke KJAR’ê, carek din hemû şehîdên rêyên azadiyê bibîr tînin, dibêjin ku hîn zihniyeta mêr ya serdest, bi hemû şêwazê li ser civakê êzidî û efgan û îranê berdewam e, ji bo şikandina vê zihniyetê û temam kirina qirkinê jinan, xebat û têkoşîna bê navber pêwîste. Di vê demê de, kampanyaya KJK’ê bi dirûşma ‘Li hemberî êrişên mêran ên hegemon, em bi jinên efgan û şengalê re ne’ pir bi wate û di demê de ye. Di bingeha vê kampanyayê de, êş û armanc û têkoşînên hevpar hene.

Li ser vê bingehê, wek KJAR, him vê kampanyaya girîng dibînin, him jî, hewl didin ku xebatê xwe di vê derbarê de berfireh bikin, herwiha jin û civaka azadîxwaz, dixwazin ku pêşwazî ji vê kampanyayê bikin. Bêguman bi hevgirtina jinan, pergala mêr a destihilatdar wê tine bibe.”