"Bi grevên birçîbûnê re rewşa li girtîgehan xirabtir bû"

Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ket roja 173’emîn. Parêzera OHD’ê Ekîn Yeter diyar kir ku bi grevê re tecrîda li girtîgehan gihîştiye asta herî jor.

Amed- Greva birçîbûnê ya bêdem-bi dorveger a ku di 27’ê Mijdara 2020’an de li dijî tecrîdkirina girtiyan û binpêkirina mafên wan dest pê kir, di roja 173’emîn de berdewam dike.Yek ji endamên Komeleya Hiqûqnasan (OHD) Parazêr Ekîn Yeter a di Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê de ku li Wanê ji bo şopandina çalakiyan hat damezrandin de cih digre diyar kir ku di pêvajoya grevê de girtî rastî binpêkirinên mafan hatine û banga bicihanîna daxwazên van kir.
Ekîn Yeter diyar kir ku Tirkiye bûye welatekî ku binpêkirinên mafan di van salên dawî de bi dijwarî tên jiyîn, rêgezên hiqûqî tên binpêkirin û peymanên navneteweyî nayên bicihanîn, diyar kir ku grevên birçîbûnê ku îradeya herî giran e, bûye perçeyek jiyana vê pêvajoyê. Ekîn Yeter diyar kir ku grevên birçîbûnê yên bi zelalî berfirehiya binpêkirinên mafan a li wiha şîrove kir:
"Di heyama dawî de, grevên birçîbûnê yên binpêkirina mafên mirovan berdewam dikin û grevên ku li 107 girtîgehan belav bûne îro ketine roja 173'emîn. Em dikarin bêjin ku girtiyên niha di grevê de ne ketine greva birçîbûnê ya ku 2 sal berê bi mehan domiya û rewşa wan a tenduristiyê di demeke dirêj de di bin metirsiyek mezin de ye û dibe ku hin nexweşiyên mayînde bi wan re çêbibin.”
"Di Serdana nexweşxaneyan de 14 rojan karantîna tê ferzkirin" 
Ekîn Yeter destnîşan kir ku ji bilî grevên birçîbûnê, mercên pandemiyê rewşa jiyana girtiyan xirabtir kiriye û got ku rayedaran ji bo parastina tenduristî û mafên jiyanê yên girtiyan bê helwest mane.
“Di bin navê tedbîrên pandemiyê yên li girtîgehan, dewleta tecrîda mutleq dixwaze bide afirandin. Hevdîtinên vekirî yên girtiyan digel malbatên wan bi tevahî hatine rakirin. Hejmara hevdîtinên girtî kêm bûye û hejmara kesên ku dikarin hevdîtin bikin hatiye kêmkirin. Hevdîtinên parêzeran jî kêm bûn. Çûyîna nexweşxaneyan demek dirêj hatin rawestandin, li ser sewqa nexweşxaneyan di rewşên awarte de û her wiha vegera li dadgehan herî kêm 14 rojan karantîna hat ferzkirin. Ji ber sedemên kêfî weşanên bi dem û bêdem nayên dayîn. Name û kargo piştî mehan tên dayîn. Girtî bi tevahî ji cîhana derve û ji hev hatine qutkirin. Di vê çarçoveyê de, girtiyên li girtîgehan, di 27ê Mijadara 2020’an de, li dijî tecrîdê ji raya giştî re ragihandin ku ji ber doza rakirina tecrîd û tecrîda ku li hemû girtîgeh û civakê belav dibe û daxwaza bidawîkirina binpêkirinên mafan ên ku bi hinceta pandemiyê hatine zêdetkirin wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kirin. Lê belê, vê carê jî ji ber grevê dest bi grevê kirin binpêkirinên mafan hîn zêdetir bûn. Di dema grevê de madeyên xwarinê yên wekî xwê, şekir û dew ji aliyê girtîgehan ve dihatin belavkirin, girtiyên ku di grevê de ne bêpar tên hiştin. Wekî din, lêpirsînên dîsîplînê, li girtiyên ku li hemû girtîgehan ketinê grevê tên vekirin û cezayên dîsîplînê tên dayîn." 
 “Dermankirina girtiyan hatiye rawestandin” 
Parêzer Ekîn Yeter diyar kir ku li girtîgehan li dijî qanûnên herêmî û navneteweyî tevdigerin  û got ku dermankirina girtiyên li girtîgehan hatiye rawestandin. Ekîn Yeter diyar kir ku girtiyên sewqî nexweşxaneyê hatine kirin nikarin biçin nexweşxaneyê ji ber ku 14 rojan di beşa karantînayê de dimînin û ji girtiyên ku ji ber grevê pirsgirêkên tansiyona wan heye muayene û  dermankirina pêwîst nay pêkanîn. 
Ekîn Yeter destnîşan kir ku daxwazên girtiyan bi tevahî rast û rewa ne, xwest hestiyarî di vê wateyê de were afirandin û ev tişt anî ziman;
"Daxwaza di grevên birçîbûnê de ku ket roja xwe ya 173'emîn rakirina tecrîdê û xirabkirina mercên giran ku li ser îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye. Girtiyan daxwazên ku bi tevahî li gorî Qanûna Înfazê, Destûra Bingehîn, Rêgezên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî û AÎHM’ê ne, dan pêş. Pêwîst e ku ev daxwazên hiqûqî di zûtirîn demê de werin bicihanîn û grev bi dawî bibin. Pêwîst e hemû karmend, nemaze Wezareta Dadê, di demek zûtir de bikevin tevgerê û di raya giştî de hişyariyek berfireh were afirandin."