'Bi ferzkirina yek ziman, ol û netewê Ermen bi qirkirinan re rûbirû man'

Hevseroka Yekîtiya Ermeniyan a kantona Dêrazorê Noşîk Serkîs bal kişand ser qirkirina Ermeniyan a 1915'an û got: "Bi qirkirinê xwestin yek ol, yek ziman û netew ferz bikin."

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – Qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an ku ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve pêk hat, trajediyek mirovahiyê ya tirsnak bû. Ev jenosîd bi kuştin û koçberkirinê re sînordar nebû. Lê bi awayên din ên hovîtiyê berfirehtir bû. Jin jî ya herî zêde ji şer û komkujiyan bandoriyan dibinin e. Ew wek amûrên şer hatin bikaranîn, bi destdirêjî, êrişa zayendî û zewaca bi zorê re rûbirû man.

Jin neçar hatin hiştin ku bibin Misliman û zarokên xwe li derveyî çand û mîrata xwe mezin bikin. Di meşên mirinê yên dijwar de, wan berpirsyariya lênêrîna zarok, kal û pîran jî girtin ser milên xwe. Bi sebir li hember birçîbûn, tîbûn û nexweşiyan li ber xwe dan. Tevî van dijwariyan û kêşeyan parastina çand û mîrata xwe ji qirkirinê kirin.

Hevserokê Yekîtiya Ermeniyan a kantona Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Noşîk Serkîs têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

'Ji bo qirkirinê paşxaneyek xwînî afirandin'

Noşîk Serkîs di destpêka gotinên xwe de da zanîn ku jinên Ermen di wê komkujiyê de barê herî giran hildan, her wiha qala sedemên pêkanîna vê qirkirinê jî bi lêv kir û wiha got: "Jinan barê giran ê kareset û êşê kişandine. Lê bi avakirina sîstemeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî şoreşa 2012'an, jin ji bo parastina xwe û nasnameya xwe dîsa rabûn ser piyan. Tevî ku 110 sal li ser vê qirkirinê re derbas bû jî lê sedemên pêkanîna wê ji ber di dema şer de faktorên olî, netewperestî û siyasî bi hev ve girêdayî bûn û ji bo qirkirinê paşxaneyek xwînî afirandin."

'Hewldan hebûna Ermeniyan tune bikin'

Noşîk Serkîs diyar kir ku xwestin çand û civaka Ermeniyan ji holê rakin û tenê Îslama radîkal ferz bikin û wiha axivî: "Rayedarên Osmanî ku wê demê di bin kontrola komîteya Îtîhat û Teraqî de di serdema sultan Ebd El-Hemîdê duyem de bûn, xwestin hegomaniya Tirk-Îslamî li ser herêmên navîn û rojhilatê Anatoliyê ferz bikin. Ew bûyerek bû ku di hewldanên wan ên ji holê rakirina hebûna Ermeniyan li wir de diyar dibe."

'Hedefgirtina Ermeniyan wek tolhildanê bû'

Noşîk Serkîs destnîşan kir ku hedefgirtina Ermeniyan wek tolhildanê bû û wiha domand: "Di wê serdemê de Ermeniyan di warê çandî û rêxistinî de xwe xurt kiribûn û civak û saziyên xwe bi rêve dibirin. Ev jî di nava împaratoriya Osmanî de fikar derxist holê ku ev rêxistin wek nîşaneya cudaxwaz didîtin ku dê gefan li yekîtiya împaratoriyê bide. Lê Ermen li gelek deverên Anatoliyayê bi cih bibûn, yanê tu cihekî wan a yekbûn û herêmek serbixwe nînbû. Ji ber vê fikra cudahiyê jî nînbû. Bi kombûna van faktoran re hestên dijminahî û gumanbariyê yên împaratoriya Osmanî li hember Ermeniyan zêde bûn. Împaratoriyê hişt ku pêkhateyên din li dijî Ermeniyan û olên wan rabin û ew bi kafiran pênase kir. ji ber vê beriya qirkirina mezin a 1915'an de gelek komkujî pêk hatin."

'Ermen di gelek komkujiyan re derbas bûne'

Di nava gotinên xwe de Noşîk Serkîs komkujiyên ku beriya qirkirina mezin pêk were anî ziman û wiha pê da çû: "Di Tebaxa 1894'an de komkujiya Sasonê pêk hat, piştre di Îlona 1895'an de li Stenbolê komkujiyek din pêk hat ku tê de nêzî 15 hezar û 500 Ermenî hatin kuştin. Di heman salê de bajarê Amed şahidiya komkujiyek din kir, di encamê de zêdeyî 3 hezar kes hatin kuştin. Ji bilî komkujiyên din ên li herêmên cuda wek Mereşê.”

'Xwestin siyaseta yek ol û yek ziman li ser gel ferz bikin'

Noşîk Serkîs tekez kir ku komkujiyên ku pêk hatine weke destpêkek ji bo qirkirina mezin bû û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Qirkirina mezin a 1915'an li ser du pêvajoyan bû. Qonaxa yekem sala 1910'an di civîna komeleya Îttîhat û Terakî li Selanîkê ku biryara siyaseta netewperestî bimeşînin û rakirina hemû zimanên herêmî û tenê zimanê tirkî bê hiştin, bû. Qonaxa duyem jî di civînek bi dizî li Stenbolê sala 1914'an de pêk hat ku tê de planên qirkirina Ermeniyan hate nîqaşkirin. Di 24'ê Nîsana 1915'an de qirkirina mezin a Ermeniyan dest pêkir. Rewşenbîr û oldarên Ermeniyan li Stenbolê girtin û darvekirin. Her wiha fitne di nava gel de belavkirin ku Ermeniyan bikujin û milkên wan tala bikin. Jenosîda li dijî kêmneteweyan yek ji tawanên herî hovane yên dîroka mirovahiyê ye."