Jinên Qamişloyî: Rêber Apo riya azadiyê ji jinan re vekir
Jinên ji bajarê Qamişlo gotin: “Fikir û ramanên Rêber Apo bûne ronahî ji bo hemû pêkhateyan, gel azadiya xwe di fikrên Rêber Apo de dibîne.” Jinan anîn ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikrên xwe riya azadiyê ji jinan re vekiriye.

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir; di 15’ê Sibata 1999’an de hat girtin. Bi hevkariya gelek dewletên navneteweyî komplo hat amadekirin û armanc ew bû ku daxwazên azadî, demokrasî û çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka Kurd bêdeng bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ya 27 salan, gelê Kurd jî bi berxwedaniya xwe komployê vala derxist.
Jinên ji bajarê Qamişloyê derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd hat meşandin de, ji ajansa me re axivîn.
Endama Têkiliyan a Ofîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Îlham Mihemed diyar kir ku Rêber Apo ji bo nebe sedema şerê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de, ji Sûriyeyê derketiye û wiha got: “Her dem rêveberên serhildanan tên hedefgirtin, ji bo ku dengê Kurdan were birîn lê Rêber Apo deng, çand, doz û zimanê Kurdî li cîhanê belav kir. Dewleta Tirkiyeyê zext li dewleta Sûriyeyê û Hafiz El-Esed kir ku Rêber Apo teslîmî wan bike. Ji Sûriyeyê re got, ger hûn Rêber Apo li gel xwe qebûl bikin û ji Sûriyeyê dernexin em ê êrîşî Sûriyeyê bikin. Rêber Apo ji bo ku nebe sedema şerê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ji Sûriyeyê derket.”
‘Li Kenyayê Rêber Apo girtin û teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin’
Îlham Mihemed da zanîn ku Rêber Apo li Kenyayê hatiye girtin û teslîmî dewletaTirkiyeyê kirine û wiha pêde çû: “Komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêber Apo hat meşandin, bingeha wê di 9 ê Cotmaha 1998’an de hatibû danîn. Rêber Apo berê xwe da gelek dewletan lê mixabin wî qebûl nekirin, heta ku Kenyayê hat girtin û teslîmî dewletaTirkiyeyê kirin. Destên gelek dewletan di vê komploya navneteweyî de hebû ji ber ku dixwestin Rêber Apo were girtin. Rêber Apo dibêje min projeyên xwe teslîmê jin û ciwanan kiriye, ji ber jin û ciwan wê fikrên min berdewam bikin û bi ser bixin. Fikrên Rêber Apo li hemû aliyên cîhanê belav bûn, ji bo jiyana wekhev, aştiyane, rastî, mafên jinan û hemû pêkhateyan.”
‘Ji ber ku Rêber Apo piştgirî da jinan îro jin xwedî biryar û rol in’
Îlham Mihemed destnîşan kir ku hemû pêkhateyan di Rêveberiya Xweser de cih girtine û wiha got: “Rêber Apo ji hemû pirsgirêkên civakê re çareseriyê dibîne, ji ber vê jî hemû gelên azadîxwaz piştgiriyê didin fikrên Rêber Apo. Piştî şoreşa Rojava gelek guhertin di civakê, sîstemê û ferasetê de çêbûn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fikrên Rêber Apo, sîstema Rêveberiya Xweser, sîstemên jinan hatin avakirin û hemû pêkhateyan di Rêveberiya Xweser de cih girtin. Jinên ji hemû pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warên siyasî, leşkerî, dîblomasî, çandî û rêvebirina civakê de jî gav avêtin û roleke girîng lîstin. Ji ber ku Rêber Apo piştgirî da jinan, îro xwedî biryar û rol in.”
‘Em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo berdewam bikin’
Îlham Mihemed anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji jinan re gelekî girîng e û wiha got: “Ji bo me jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pir girîng e, ji ber ku bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê hêviyên me temam bibin û Rêber Apo ji me re weke nimûne ye. Rêber Apo riya azadî û aştiyê nîşanî hemû jinan, pêkhateyan û cîhanê daye. Rojên ku Rêber Apo ji me re ronî kiriye kes nikare tarî bike, em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo berdewam bikin.”
‘Rêber Apo riya azadiyê ji jinan re vekir’
Endama têkiliyên diplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Cîhan Hisên diyar kir ku 27 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de ye wiha axivî: “Rêber Apo xwedî fikrên mezin e, daxwaza azadiya jinan û civakê dikir ji ber vê hat hedefgirtin. Ev 27 sal di zindana Îmraliyê de ye, dewletên hegemonîk ên ku destên wan di hedefgirtina Rêber Apo de hebû ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Rêber Apo zindana Îmraliyê kir akademiyek ji fikir, zanebûn û çareseriyê ji hemû aloziyên ku Rojhilata Navîn dijî re nîşan dide. Fikir û ramanên Rêber Apo bûne ronahî ji bo hemû pêkhateyan, gel azadiya xwe di fikrên Rêber Apo de dibîne. Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe azad e, kes nikare roja me tarî bike, kes nikare me ji Rêber Apo dûr bixe.”