‘Bi felesefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê tolê hilînin’

Jinên ciwan yên kantona Kobanê têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şeylemaz û Fîdan Doxan bi meşeke meşeleyan bibîr anîn. Jinên ciwan gotin, “Em ê mîrateya Sakîne Cansiz biparêzin û bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" tolê hilînin.”

Kobanê – Dewleta Tirk biriya tetîkeşên xwe di 9`ê Çileya 2013`an de li paytexta Firansa Parîsê, sê pêşengên têkoşîna azadiya jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şeylemaz qetil kir. Piştî 10 salên li ser vê komkujiyê, dewleta Tirk di 23`ê Kanûna 2022`an de komkujiyek din li Parîsê pêk anî. Bi rasthatina salvegera komkujiya yekemîn û pêkhatina komkujiya dûyemîn a Parîsê, li seranserî Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên cur be cur tên lidarxistin.

Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê bi wesîleya 10`emîn salvegera komkujiya Parîsê, bi dirûşma "Em ê riya têkoşeran azadiya Sakîne û Evînan mezintir bikin" meşeke meşeleyî lidar xistin. Jinên ciwan bi hilgirtina meşeleyan,  wêneyên hersê têkoşeran û bi berzkirina diruşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Şehîd namirin" ji qada şehîd Egîd dest bi meşê kirin û li qada Jina Azad rawestiyan.

Li qada Jina Azad piştî ku nivîsa "Jin, jiyan, azadî" hat ronî kirin, berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temî axivî û wiha got: "Bi salane ku dewleta tirk jinên pêşeng yên ku ji bo azadiya jin û civakê têdikoşin, hedef digre. Weke tê zanîn di roja îro de jin di tevahî qadên jiyanê de xwedî têkoşîneke mezin e, ji ber vê tunekirina pergala faşîst û mêr-dewlet bi têkoşîna jin pêkan e. Em ê weke Yekîtiya Jinên Ciwan bi rihê şehîd Sakîne Cansiz û Evînan têbikoşin û asta berxwedaniyê bilind bikin. Em hêz û vîna xwe ji felsefeya azadiya jin digirin, em ê vê yekê jî bighêjin serkeftinê, azadiya xwe misoger bikin û tola pêşengên xwe hilînin."

Meş bi silavkirina têkoşîna jinan ya li hember hişmendiya mêr-dewlet bi dawî bû.

 ‘Têkoşîna me bi komkujiyan lewaz nabe’

Yek ji endama Yekîtiya Jinên Ciwan Rodîn Bozan destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bilind bikin û got: "Firansa û tevahî cîhan jî dizanin ku her dû komkujiyên Parîsê ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatin. Di komkujiya yekemîn de kujer di girtîgehê de hat qetilkirin, ev yek jî diyar dike ku hêzên hevkar dixwestin li mer bûyerê bigirin û doz were rawestandin. Di komkujiya duyemîn de jî heta niha tu agahî ango biryarên pratîk tune ye. Ev yek jî komploya ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye hunandin, teqez dike. Li hember van polîtîkeyan û komkujiyan, em ê weke jinên ciwan yên Kurd her tim li ser piyan bin û ji bo tola hevalên xwe têbikoşin. Vîn û îsrara me ya ji bo azadiyê bi êrîşên wiha re lewaz nabe, berovajî em roj bi roj bihêz dibin û hêrsa me ya li hember dijmin mezintir dibe."