Bi dehan kes li herêmên cuda yên Sûriyeyê hatin qetilkirin

Piştî hêzên cîhadîst (HTŞ) rêveberiya Sûriye xist destê xwe, rêjeya tundî û qetilkirinê zêde bûye. Li herêmên cuda yên Sûriyeyê her roj jin jî di nav de gelek bûyerên qetilkirin, revandin û îşkenceyê diqewimîn.

Navenda Nûçeyan – Piştî hilweşandina rejîma Baasê û hêzên cîhadîst Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Sûriyeyê xist bin kontrola xwe, bûyerên qetilkirin û kiryarên dermirovî li dijî hemwelatiyan zêde bûn. Li herêmên cuda yên Sûriyeyê rojane mirov rastî kiryarên hovane tên. Ev yek jî ewlehiya herêmê û îstqrarê tune dike.

Herêm cuda ne lê bûyer heman in

Li taxa Zor Ava ya paytexta Şamê di dikaneke gulan de jinek ji niştecihên wê ya bi navê Meşrû Domar bi kêran hat qetilkirin. Her wiha ciwanek bi guleyên çeteyên dewleta Tirk nêzî riya M4 a herêma Slûk a bekurê gundewarê kantona Reqayê hat kuştin.

Li çola Herîbşa ya başûrê bajarê Dêrazorê niştecihan hestiyê 10 cenazeyan dîtin ku di nav de 7 jin in. Li kêleka wê cenzeyê ciwanek piştî revandina wî du rojan ji aliyê komek çekdar ên nenas ve li nêzî herêma Dîk El-Cin a paxçeyên El-Wear a gundewarê bajarê Humis hat dîtin.

Her wiha Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî diyar kir ku mêrek ji mezheba Durzî bi guleyên çekdarên nenas li devera Qetna ya gundewarên Şamê hatiye qetilkirin. Ciwanek di malê xwe de li gundê Tesnîn ê bajarê Humis di encama pirsgirêkên malbatî de bi guleyê hat kuştin. Li gundewarên rojhilatê Hemayê 4 kes ji ber nakokiyên kevin ji aliyê welatiyên gundê Qenaterê ve rastî êrîşa çekdarî hatin û hatin kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li gundewarê Cebla piştî ku du kes ji aliyê çekdarên nenas ve hatin revandin bi guleyan hatin kuştin. Her wiha ciwanek din li bajarê Dîmeşq (Şam) hat kuştin.