Bi çêkirina malên erdhejê dê beşek ji bajarê antîk tune bibe!

Malên Erdhejê yên li Semsûrê li qada bajarê Antîk Perre yê ji dema Romayê mane tên çêkirin. Dînamîtên ku di çêkirina avahiyan de tên teqandin, zirarê didin bajarê antîk û bi çêkirina malan dê gor û şikeftên ku beşek ji bajarê kevn in tune bibin.

Semsûr – Yek ji pênc bajarên mezin ên Kraliyeta Komagene, bajarê Antîk Perre û Gorên Zinar, di salên 325’ê piştî Mîladê de ji aliyê şaristaniya Romayê ve hatin çêkirin. Di kolandinên ku di sala 2001’ê de dest pê kirin de bajarê antîk ê ku mekanên dîrokî tê de hebûn derket holê û ket çarçoveya qada sîtê. Di sala 2020’an de biryara giştîkirinê hat dayîn û hat dîtin ku divê qadeke mezin were kolandin. Piştî erdhejê bi TOKÎ û koordîneya Wezareta Bajarvanî û Derdorê, li herêma bajarê antîk dest bi çêkirina malên erdhejê hat kirin. Ji ber ku herêma mal lê tên çêkirin berdewama bajarê antîk e di dema înşaetê de ji ber tînamîtên ku tên teqandin, bajar zirarê dibîne.

Bi gor û şikeftên xwe yên li zinaran berhemên dîrokî ne

Perre bajarê antîk e, 5 km. dûrî navenda bajarê Semsûrê li taxa Pîrînê ye. Li gorî çavkaniyên dîrokî di serdema antîk de Bajarê Antîk Perre yek ji bajarê mezin ê Kraliyetên Helenîstîk, ê Kraliyeta Kommagene ye.  Bajarê Antîk Perre li ser girek bi teşedana zinaran hatiye avakirin. Tê dîtin ku ji bo çêkirina avahiyan tu kevirek çêkirî yê li herêmê nehatiye bikaranîn, tenê li ser zinaran ji aliyê mîmar an jî gelê bajar ve kevir hatine bi teşekirin û bajar hatiye avakirin. Bajarê antîk bi gorên xwe, şikeftên ji zinaran, şerabxane û malên ku bi kunkirinê hatine çêkirin, bala turîstan dikşîne û wan heyranê xwe dihêle.

Teqandina dînamîtan zirarek mezin dide bajarê antîk!

Piştî erdhejê li bajarê ku bi hezaran apartman lê rûxiyan di koorîdeneya Wezareta Bajarvanî û Derdorê de bi hevkariya TOKÎ û Malên Emlak, dest bi çêkirina malên erdhejê hat kirin. Li qada ku dê 60 hezar mal werin avakirin, ji bo çêkirina temelê wan dînamît tên teqandin û ev yek jî zirarê dide bajarê antîk.

Bi teqandina dînamîtan re hem zirar digihîje erdhejzedeyên li bajar, hem jî bajarê Antîk Perre. Dînamîtên ku tên teqandin di dîwarên malên ku kêm xisar dîtine dibe sedema terikandina dîwaran. Bi dengê teqîna wan şêniyên bajar dubare tirsa erdhejê dijîn.

Piştî ku şêniyên bajar ji ber teqandina dînametîna bertek nîşan dan derket holê ku ev yek zirarê dide bajarê antîk. Ji ber ku cihê malên erdhejê lê tên avakirin, berdewamiya qada sîtê ya Bajarê Antîk Perre ye. Bajarê antîk ê ku ji erdheja 6’ê Sibatê zirarê nedît, niha bi xebatên avakirina malên erdhejê yên ji aliyê hikumetê ve zirarê dibîne.

Dê berdewamiya bajarê kevnar tune bibe!

Têkildarî bûyerê xebatkarê bajarê antîk ê ku em pê re axivîn, got ku her dînamîta ku hatiye teqandin, bandorek giran li ser herêmê dike, bi wê yekê re herêma ku nehatiye kolandin û odeyên ku bi kunan hatine çêkirin zirarê dibînin. Xebatkarê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku avahî li qada berdewamiya bajarê Antîk Perre tên çêkirin, loma jî beşa bajar a ku nehatiye kolandin bi vê yekê re dê di binê erdê de bimînin. Hat hînbûn ku ji ber dînamîtan gorên li herêmê zirarê dibînin, bi zêdebûna teqandina dînamîtan re jî dê şikeftên di zinaran de derbe bixwin. Tê dîtin ku ji bo qada ji aliyê Muduruyeta Çand û Turîzmê ya Bajar ve wekî qada sît hatiye tescîlkirin, tu tedbîr nehatiye girtin, muduruyetê têkildarî mijarê tu daxuyanî nedaye.