‘Berxwedana Kobanê veguherî hevgirtina cîhanî’

Hevseroka kar û barê civakî û saziya xebatê a Kobanê Helen Halîm got: “Berxwedana Kobanê veguherî hevgirtinek cîhanî.” Xwest ku welatên ku piştgiriya berxwedana Kobanê kirin li kêleka gel bin.

NORŞÎN ABDİ

Kobanê –  DAIŞ’a ku bi piştgiriya hêzên herêmî û navnetewî derketî holê, li Bakûr û Rojhilatê Sûriye wehşeta herî mezin a dîrokî da jiyankirin û sûcên mirovatiyê pêkanî. Li dijî DAIŞ ku ji bo hemû mirovatiyê gefek mezin bû beriya 9 salan li Kobanê bi pêşengtiya jinan û şervanên YPJ’ê berxwedana dîrokî hate kirin. Bi serkeftina hat bidestxistin re hat nîşandan ku gel dest ji azadiya xwe naberdin û wê koletiyê qebûl nekin. Berxwedana dîrokî a ku di sala 2014’an de li dijî wehşeta DAIŞ’ê hatî dayîn, ji çar aliyên cîhanê ve piştgirî hate dayîn. Kobanê êdî di hemû cîhanê de bû sembolek. Bi vî awayî roja 1’ê Mijdarê wek Roja Cîhanî a Kobanê û roja piştevaniyê hate qebulkirin.

‘Ev berxwedan vegeriya piştevaniya kurevî’

Hevseroka kar û barê civakî û saziya xebatê ya Kobanê Helen Halîm derbarê rola jinan a beriya 9 salan di berxwedana dîrokî a Kobanê de nirxandin kir û diyarkir ku bi fedekariyek mezin gihane roja îro. Helen Halîm wiha got: “Bajarê biçûk Kobanê ku bi biryardarî û qeleya berxwedanê tê nasîn, berxwedanek dîrokî a jin û mêrên ciwan ên Kurd heye. Serkeftina ku di berxwedanê de hat bidestxistin, di encama bedelên giran de hatiye bidestxistin. Çeteyên DAIŞ’ê li bajarê biçûk Kobanê, di encama berxwedanek dîrokî de hate têkbirin. Îrade û hêza şervan û gelê me ji DAIŞ’ê bi hêztir e. Ev berxwedane vegeriya piştevaniyek kurevî.”  

 ‘Li çar aliyên cîhanê şervan beşdarî berxwedanê bûn’

Helen Halîm destnîşan kir ku armanca êrişên DAIŞ’ê şoreşa jinê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriye û paradîgmaya Netewa Demokratîk e û wiha domand: “Ji bo vê sîstemê ji holê rakin dewleta Tirk piştgirî da çeteyên DAIŞ’ê. Dewleta Tirk xwest ji Kobanê destpêbike û herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriye dagir bike. Jina azad ku berxwedan li Kobanê dayî destpêkirin tenê bi Bakûr û rojhilatê Sûriye re sînordar nema. Vegeriya berxwedanek navnetewî. Li çar aliyên cîhanê şervan beşdarî berxwedanê bûn. Bi dehan lêkolîn û pirtukên ku destana Kobanê nivîsandine hene.”

‘Arîn Mîrkan bû sembola cesaretê’

Helen Halîm da zanîn ku di dîroka 14’ê Adara 2016’an de şervana YPJ Arîn Mîrkan li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedaî pêkanî û bû sembola têkoşîn û cesareta jinên Kurd û wiha got: “Peykerê Arîn Mîrkan ji aliyê hunermend Zîrek Mîra ve bi bilindahiya 9 metre û giraniya 8 ton çêkiriye, zêdeyî sê mehan temam bû. Peyker şahidê berxwedana Kobanê, îradeya yekitiya saziyên jin û şervanan, berxwedana dayîkên di şer de û li gel zarokên ku şer dikirin maye û îsrara xwedî derketina wan e. Ev peyker di aliyê temsîlkirina nasnameya jina Kurd ku bi çeteyên DAIŞ’ê re rû bir û şer dikire, di aliyê jin û gelê Kobanê de xwedî giringiyek manewî ye.”

‘Peykerê Arîn Mîrkan temsîla sedan şervanên jin dike’

Helen Halîm bi bîrxist ku peykel bi sedan jinên şervan ên weke Arîn, Rêvan, Berîtan û Avestayan temsîl dike û got: “Peykerê Arîn Mîrkan berxwedana jina Kurd temsîl dike. Arîn Mîrkan yek ji wan şervanan e ku tarîtiya DAIŞ’ê ronî kir. Gel navê ‘Qada jina Azad’ kirine ‘Qada Arîn Mîrkan.’ Niha car din ev qad di bin êrişan de ye. Ji ber wê ew welatên ku piştgiriya berxwedana Kobanê kirin divê carek din li kêleka vî gelî bin. Îro ê ku DAIŞ ji holê rakirin û gelê ku hemû cîhan ji metirsiya wê rizgar kir, her tim rastî êrişên DAIŞ û dagirkeriya dewleta Tirk tên.”