'Berxwedana 14'ê Tîrmehê riya azadiyê vekir'

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Efrîn-Şehbayê Xedîca Îbo a bal kişand ku berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li zindanan destpê kir deriyê azadiyê ji gelê Kurd û bindest re vekiriye û got: “Bi rihê 14’ê Tirmehê em têdikoşin.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Li zindana Amedê ya hejmar 5, ji aliyê pêşengên têkoşîna azadiyê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ve di 14'ê Tîrmeha 1982'an de rojiya mirinê li dijî kiryar û îşkenceyên dewleta Tirk ên li zindanan hat destpêkirin û ev roj di dîroka gelê Kurd û bindest de bû roja berxwedanê û mohra xwe li dîroka têkoşînê da. Her wiha bi navê roja berxwedana mezin a zindanan hat pênasekirin. Ev çalakiya ku heya mirinê dest pê kir bû çirûska azadî û têkoşînê ji gelê Kurd re. Li ser bingeha berxwedana 14'ê Tîrmehê gelê Kurd biryara domandina berxwedana xwe ya li dijî dagirkerî û kiryaran berdewam dike.

Bi boneya salvegera berxwedana mezin a 14'ê Tîrmehê, rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Efrîn-Şehbayê Xedîca Îbo nirxandin kir.

'Berxwedana zindanan ji gelê bindest re bû deriyê azadiyê'

Xedîca Îbo di destpêka gotinên xwe de roja 14'ê Tîrmehê û pakrewanên wê rojê bi bîr anî her wiha behsa girîngiya vê berxwedanê di dîroka gelê Kurd de kir û got: "Em roja berxwedana zindanan û pakrewanên ku canê xwe fedayî doza Kurd kirine bi hurmet bi bîr tînin. Em bi ruhê berxwedana zindanan îro kar û xebatên xwe didin meşandin. Ji ber zextên dagirkeriya dewleta Tirk berxwedan rû daye û heya roja îro berdewam dike. Di zindanên Tirkiyeyê de gelek zext li ser girtiyên siyasî ku li dijî desthiladariya wan serî hildidan dihatin meşandin û roj bi roj bi kiryarên dagirkeriyê re diman. Armanca dewleta Tirk ji van kiryaran û zextên ku dida meşandin ew bû ku îradeya girtiyan lawaz bike da ku dev ji doza xwe berdin û teslîmkariyê qebûl bikin. Berxwedana zindanan ji gelê bindest re bû deriyê azadiyê."

'Li dijî faşîzmê berxwedana 14'ê Tîrmehê'

Xedîca îbo diyar kir ku Berxwedana zindanan bûye pira azadiyê ji gelê bindest re û niha bi ruhê vê berxwedanê berxwedana xwe didomînin û kar didin meşandin û wiha pê de çû: "Berxwedana zindanan ku ji hêla girtiyên me ve hatibû destpêkirin bû pira azadiyê û serkeftinê ku em îro li ser wê bingehê berxwedana xwe didomînin û karên xwe didin meşandin. Em hêza xwe ji berxwedana zindanan digrin û niha li warên koçberiyê ruxmî hemû şertên jiyanî li ber xwe didin û teslîmkariyê qebûl nakin. Di nava zindanên dewleta Tirk de girtiyên siyasî û yên ku azadiyê bang dikin li hemberî siyaseta qirkirin û tunekirinê biryara greva birçîbûnê heya mirinê girtin û gihîştin armanca xwe ku tu car teslîmiyet qebûl nekirin û heya dawiya jiyana xwe li ber xwe dan. Di vê berxwedanê de rola jinan di kesayeta Sakîne Cansiz de derket pêş û li hemberî siyaseta dewleta Tirk bi cesaret li ber xwe da."

'Berxwedana ku ji Mezlûman dest pê kir heya niha berdewam dike'

Xedîca Îbo di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku dev ji doza xwe bernadin û îxanetê tu carî napejrînin ji ber hêza xwe ji berxwedana zindanan girtine û wiha got: "Em heya dawiya jiyana xwe tu carî dev ji doza xwe bernadin û xeta îxanetê tu car napejirînin ji ber ku em hêz û moralê xwe ji berxwedana zindanan digrin û mayîna me niha li warên koçberiyê û berxwedana ku tê meşandin, ji wê berxwedanê hêzê digre. Em nifşên xwe li ser bingeha ruhê berxwedana zindanan mezin dikin, ji bo ku ev berxwedanî her dem di dîroka kurdayetiyê de zindî bimîne. Em ê bi ruhê 14'ê Tîrmehê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin her wiha tevahî deverên dagirkirî rizgar bikin. Berxwedana zindanan ji Mezlûman dest pê kir, heya niha di nava zindanên faşîzmê de berdewam dike. Em bi çalakî û karê xwe piştevaniya girtiyên xwe yên di zindanan dikin. Em bi aştî û azadiyê bang dikin ku heya ev yek pêk neyê em ê her dem di nava xebatan de bin."