Berxwedan di roja 9’an de ye: Em ê heya dawî li ber xwe bidin

Hewldanên dorpêçê ya artêşa Iraqê ya li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê didome, gelê wargehê li hemberî vê dorpêçê di roja 9’an de helwesta xwe ya berxwedanê bi biryardarî didomîne.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest bi têl û kûleyan derdora wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dorpêç bike. Gelê wargehê li dijî vê hewldanê kon vedan û di berxwedana xwe de bi îsrar in. Berxwedana gelê wargehê di roja 9'an de bi biryardarî didome.

Jinên wargeha Mexmûrê hemberî helwesta artêşa Iraqê bertek û nêrînên xwe anîn ziman.

'Ev êrîş ne yek alî ne'

Qazê Tallî diyar kir ku ew ê heta dawî çalakiyên xwe bidomînin û got: "Em êrîşên li ser Mexmûrê şermezar dikin. Bi rastî jî ev êrîş ne yekalî ne, navneteweyî ne. Ev 9 roj in şêniyên wargehê li ser lingan in. Em di nava şert û mercên gelek zehmet de ne, hem hewa germ e, hem toz û firtone ye. Ev 9 roj in li ber ba û tozê em li ber xwe didin û em ê heta dawî, heta ku çareseriyek ji bo me tê dîtin em ê li ber xwe bidin. Her kesê ku dibêje ez xwedî şeref û namûs im divê xwedî li axa xwe û zimanê xwe derbikeve. Li vî gelî xwedî derbikeve."

'Kesên li vir hemû zarok û sivilîn'

Qazê Tallî bang li tevahî gelê Kurd ê li her derê kir ku xwedî li wargehê derkevin û got; "Ger ev gel bi tenê bimîne dê di pêşerojê de bûyerên gelek nexweş biqewimin. Em bang li hemû Kurdên li her çar beşên Kurdistanê û li derveyî welat dikin û dibêjin ku bila xwedi li Mexmûrê derbikevin. Her kes rabe ser lingan û vê dorpêça li ser Mexmûre bi dawî bibe. Bi salan e ev gel di bin zordariyê de ye, bi vê yekê, vê zordariyê girantir kirine. Em bang li civaka navneteweyi û her kesê ku dibêje ez mafên mirovan diparêzim dikin ku rabin ser xwe. Li vir hemû zarok in, sivîl in. Lê îro gule li ser van zarokan tên reşandin."

'Ew nikarin îradeya me bişkînin'

Qîmet Unver destnîşan kir ku ew tu carî helwest û artêşa Iraqê napejirînin û wiha got: "Hikûmeta Iraqê derdora me dorpêç kiriye, dixwaze kûleyan çêbike. Em vê yekê qebûl nakin, berxwedana xwe didomînin. 30 sal in em xwe diparêzin. Di dema êrîşa DAIŞ'ê de jî hikûmeta Iraqê bi xwe reviya, xwe neparast, wê niha me biparêze? Ji ber vê yekê heta dilopa xwîna me ya dawî em ê xwe biparêzin. Ew çiqas bêjin em ê derdora we têl û kule bikin jî nikarin îradeya me têl bikin. Em xwediyên îrade û berxwedana xwe ne. Tu carî teslîmiyetê qebûl nakin. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku dev ji vê yekê berde. Ev 30 sal in kesê derdora me têl nekiriye, ji niha pê ve jî vê yekê em qebûl nakin. Ji bo wê yekê em niha di konan de nobetê ji bo îradeya xwe digirin."

'Berxwedana me wê berdewam bike'

Qîmet Unver diyar kir ku ew jin tu caran dev ji berxwedana xwe bernadin û wiha berdewam kir: "Piraniya me jin û dayik in. Ji bo bergiriya xwe bikin bi şev û roj di nobetê de ne. Berxwedana me wê berdewam bike. Hikûmet sozên ku dide pêk nayne derewan dike, soz didin dibêjin em ê herin, roja din pişt me dizivirin dîsa karê xwe berdewam dikin. Ji bo wê êdî çi soz bidin jî baweriya me bi wan nayê. Heta ku dev ji kiryarên xwe berdin û biçin em ê di berxwedanê de bin. Ev der weke çeperê ye, bangawaziya min ji hemû Kurdan re ew e ku xwedî li vê wargehê derbikevin. Her wiha banga me ji Kurdên ku piştgiriya vê yekê dikin re re jî ew e ku vê yekê li ser xwe qebûl nekin û tevli berxwedana me bibin."