Bertekên li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Li hemberî van êrîşan gel û jinan bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî dan û peyama “Em ê li hemberî êrîşan serî netewînin” dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Îro gundên bakurê navçeya Zirgan a Kantona Hesekê hatin topbarankirin. Her wiha gundên Bobî û Um Heremlê yên navçeyê jî bi çekên giran hatin bombekirin. Di 16’ê Hezîranê de dewleta Tirk û çeteyên wê Nexweşxaneya Til Rifatê bombe kirin û di êrîşê de 4 welatî birîndar bûn. Gelên ku li Zirgan, Qamişlo û Dirbesiyê ji bo protestokirina êrîşan kombûn, bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî êrîşan dan.

Li dijî êrîşan ji Meclîsa Girê Spî bertek hat

Meclîsa Kantona Girê Spî, li dijî êrîşan daxuyaniyeke çapemeniyê da. Rêxistinên sivîl, endamên Meclîsa Kantona Girê Spî û welatiyên bajarê Eyn Îsa beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Meclîsa Kantona Girê Spî Hezaa Mihemed ku daxuyanî xwend, diyar kir ku di êrîşan de nexweşxane, dibistan, îstasyonên av û elektrîkê bûne hedef û bi bîr xist ku hedefgirtina binesaziya herêmê li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ye.

Hezaa Mihemed bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk ewlekariya herêmê tehdîd dike û piştî hilbijartinan hewl dide xelkê koçber bike û got: “Dewleta Tirk wekî ku beriya hilbijartinan jî hewl dide ewlehiya herêmê bixe xeterê û xelkê koçber bike. Ji bêdengiya hêzên navneteweyî û Rûsyayê sûd werdigire.” Hezaa Mihemed bang li hêzên navneteweyî û Rûsyayê kir ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Li Dirbesiyê jin li dijî êrîşan meşiyan

Li navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê, Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xist. Di meşa ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî" ji navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger heta navenda navçeyê hat lidarxistin, alên Yekîtiya Jinên Ciwan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya piştî meşê ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê Diyana Ebdullah ve hate xwendin. Diyana Ebdullah got: “Ji êrîşên dijmin netirsin û bi parastina rewa bersiv bidin” Diyana Ebdullah got ku ew ê li hemberî êrîşan serî natewînin. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gelan” bi dawî bû.

Qamîşlo bang li NY û WHO kir ku bêdeng nemînin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ya Qamişlo têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Nexweşxaneya Til Rifat daxuyaniyek da. Heyva Sor a Kurd, komîteyên tenduristiyê û saziyên sivîl jî beşdarî daxuyaniya li avahiya Desteya Tenduristiyê bûn. Daxuyaniya bi zimanê Erebî ji aliyê Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Xalid Dawûd û Cîgirê Serok Hediye Ebdullah ve bi Kurdî hate xwendin û bal hat kişandina ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dewleta Tirk herî dawî Nexweşxaneya Til Rifet bombe kir. Di encama êrîşê de welatî birîndar bûn û rewşa hinek ji wan giran e. Ev êrîş li ber çavên cîhanê pêk tên, lê cîhan bêdeng e. Divê rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Koalîsyona Navneteweyî bi bêdengiya xwe nebin hevparê vî sûcî.”

TEV-DEM: Koalîsyona navnetewî naxwaze mudaxeleyî êrîşan bike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişa de daxuyaniyek nivîskî dan. Diyarkir ku ji bo çareserkirina qeyrana Surye, Rêveberiya Xweser deklarasyonek ji 9 xalan pêktê weşand û destnîşan kir ku ji bo darazandina endamên DAÎŞ’ê biryar hatiye girtin û bi bîr xistin ku ji bo koalîsyona navnetewî naxwaze mudaxeleyî êrîşan bike helwestek exlaqî nîşan nade.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser ambargoya hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehba û wiha hat got: “Di vê demê de rewşeke bê îstîqrar li Şehbayê heye. Sedemê vê rewşê şerê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê ragihandine û êrişên ketober û balafirên şer ên Tirkiyeyê ne ku qada di bin serweriya hêzên Rûsyayê yên li herêmê bi cih bûne û hêzên hikumeta Şamê bin pê dike. Lê Rûsya û Şamê li hemberî êrişên faşîzane yên dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan nadin.”

‘Dibe ku rê li ber felaketek nû vebe’

TEV-DEM'ê îşaret bi êrişa li ser Nexweşxaneya Til Rifetê kir û got: “Bombebarana hovane ya dewleta Tirk a li dijî Nexweşxaneya Til Rifetê sûc û komkujiyeke nû ye. Armanc jê ew e ku jiyana bi hezaran nexweşan tune bike, destekê ji ser wan qut bike û wan neçarî koçberiyê bike. Ev nexweşxaneya yekane ye ku ruxmî êrişên rojane yên dewleta Tirk û çeteyên wê û ruxmî ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye, xizmeta nexweşan dike û rewşên lezgîn bi roj û bi şev pêşwazî dike. Nexweşxaneyê bûn û karê nexweşxaneyê rawestiya. Her wiha got; yek gefan li jiyana bi hezaran malbatên Kurd û Ereban ên li herêmê ne dixwe. Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên wê yên têkildarî mafên mirovan û Xaça Sor a navneteweyî berpirsên van êrişan e û diyar kir ku bêdengiya wan a li hemberî sûcên dewleta Tirk rê li ber karesateke rasteqîn vedike.”