Berteka li dijî êrişa ser koma dansê: Jiyana hevpar bûye hedef

Di daxuyaniya der barê êrîşa li dijî xwepêşandana ku di 9'ê Hezîranê de li parkê ji aliyê dibistana taybet a dansê ve hatibû organîzekirin de, hat destnîşankirin ku çanda jiyana hevpar hatine hedefgirtin.

Amed – Li navçeya Peyasa Amedê li Tema Parkê di 9'ê Hezîranê de xwepêşandana dansê hat lidarxistin. Komekê bi tekbirê êrişî li dijî kesên xwepêşandan li dar xistin kirin. Li dijî êrişê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Tevî endamên koma reqsê, Komeleya Jinê ya Rosa, Baroya Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û saziyên sivîl tevli daxuyaniyê bûn. Parêzer Elîf Turan daxuyanî xwend.

'Bêtehamûliya li dijî pergala demokratîk'

Elîfê Turan diyar kir ku ew êrîşa li dijî çanda jiyana hevpar a li bajarê ku lê dijîn qebûl nakin û diyar kir ku di êrîşa 9'ê Hezîranê de birîndar hene û got: “Êrîş ji ber bêtehamuliya li dijî pergala demokratîk û cudahiyan pêk hatiye. Em careke din bi bîr dixin ku rêzgirtina ji azadiya kombûnê re ji bo civaka demokratîk pêwîstiyek e. Bi vê minasebetê di çarçeweya azadiya bîr û raderbirînê de, derbirîna bîr û ramanên cuda û birêxistinkirina çalakiyan mafekî bingehîn e û em êrîşa tund weke destwerdaneke eşkere li ser azadiyan dibînin. Rastiya ku bajarê me yê ku mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye û civakên xwedî çand, bawerî û şêwazên jiyana cuda bi sedsalan bi hev re jiyane, bi vê êrîşa hovane derketiye pêş, me bêzar dike û divê me hemûyan jî ji ber vê yekê xemgîn bike. Tê xwestin ku zirarê bide aştiya civakî û çanda jiyana hevbeş."

 Banga hişyariyê hate kirin

Elîf Turan banga hişyariyê ji bo pêşîgirtina li van êrîşan kir û wiha got: “Em bang li hemû beşên civakê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin û helwesteke ku li hemberî van êrîşên tund û yên bi vî rengî tawîz nede, bigirin. Em careke din êrîşa fizîkî û devkî ya li dijî çalakiya aştiyane ya kolektîf di çarçoveya azadiya civînê de ku mafekî demokratîk e, şermezar dikin û ji raya giştî re radigihînin ku em li bendê ne ku ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve lêpirsîneke bi bandor bê kirin. Divê kiryar bên eşkerekirin û bên cezakirin û em pêvajoyê dişopînin."

'Çanda jiyana hevpar bûye hedef’

Piştî daxuyaniyê Parêzer Gozde Engîn axivî û diyar kir ku azadiya jinê rastî êrîşan hatiye û  got, “Em ê hem wekî Baroya Amedê hem jî wekî rêxistinên mafên mirovan pêvajoyê bişopînin. Êrîş ne tenê êrîşa li ser hunereke taybet an jî civakek taybet e. Gotinên di êrîşê de yên wekî 'Hûn nikarin tazî li vir rûnin, hûn nikarin li vê parkê bi jin û mêran re pîknîkê bikin, hûn nikarin bi vî rengî dans bikin' êrîşa li dijî mafê me yê derketina kolanan e. Tişta sereke li vir destwerdana li şêwazek jiyanê bû."

 Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.