Berpirsyartiya êrîşa dêrê ya li Stenbolê DAIŞ’ê girt ser xwe

Berpirsyartiya êrîşa li Dêra Santa Maria ku di encamê de kesek jiyan xwe ji dest da DAIŞ’ê girt ser xwe. Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê ragihand têkildarî bûyerê 2 gumanbarên hatiye girtin.

Navenda Nûçeyan- Berpirsyartiya êrîşa çekdarî ya ku li Dêra Santa Maria ya Sariyerê ya Stenbolê kesek hate qetilkirin DAIŞ’ê girt ser xwe. Di peyama ku DAIŞ'ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ragihand de, hat gotin, “Ji bo hedefgirtina Yahudî û Hrîstiyaniyan banga lîderên rêxistinê pêkanîne.”

Her wiha di peyama ku DAIŞ'ê weşandin de, wêneyên 2 kesên bi maskeyên berfê ku êrîş pêkanîn jî hate parvekirin.

Wezîrê Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir kesên bi guman hatine girtin.

Alî Yerlîkaya, wiha got: "Du gumanbarên kujer ên ku îro dane siharê di merasîma roja Yekşemê de li Dêra Sariyerê Santa Maria de bûn sedama mirina hemwelatiyê me Tuncer Cîhan hatin girtin."

Çi bibû?

2 kesên ku hatin Dêra Santa Maria ya Sariyera Stenbolê, di merasima roja Yekşemê ya ku li hundir dihat lidarxistin de, bi sedema ku nehat diyar kirin gulê reşandine û di êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest da. Piştî îhbarê polîs û ekîbên tenduristiyê sewqê cihê êrîşê hatibûn kirin.