Bernama çalakiyên jinên Mexmûrê ya 8’ê Adarê
Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan ya Mexmurê bernama çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê diyar kir.
Musil – Her sal 8’ê Adarê li Wargeha Mexmurê bi coşek mezin tê pêşwazî kirin. Bi vê boneyê Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûra ser bi bajarê Musilê bi şîara ‘Em jin xwe rêxistin bikin, Rêberê xwe azad bikin’ Starta çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da. Li gora Startê wê ji 3’ê Adarê heta 8’ê Adarê çalakiyên cûr be cur were li darxistin.
Di derbarê bernama çalakiyan de Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Çîçek Cengîz axivî. Çîçekê diyarkir ku bi hataina meha Adarê re wan dest bi amadekariyên roja 8’ê Adarê kirine û got: “Em weke gelê kurd, jinên Kurd û weke tevayî jinên cîhanê, bi destpêkirina meha baharê re, em derbazî pşrozbahiyên meha Adarê dibin. Ji bo vê hersal weke tê jiyan kirin. me jî weke jinên Mexmûrç bi şîara ‘Em jin xwe rêxistin bikin, Rêberê xwe azad bikin’ em jî wê Starta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên cîhanê diyar dikin.”
Di dawiya axaftina xwede Hevseroka Meclîsa Gel ya Demoqratîka Wargeha penaberan a Mexmûr Çîçek Cengîz bang li tevayî gelê Mexmûrê kir Roja 8’ê Adarê bi cil û bergên xwe yên Kurdî werin şahiya bi coş ya 8’ê Aadarê.
Bernameya 8’ê Adarê wihaye;
Roja 3’ê Adarê bi bejdarbûnan mêhvanên ji derve wê Pêşangehek li ser esasê nîşadana kevneşopiya jina kurd û gelê Kurd were nîşandan.
Roja 5’ê Adarê semîner li ser giringiya Roja 8’ê Adarê were dayîn.
Roja 6’ê Adarê wê di bin pêşengtiya Tevgerên Jinên Ciwanên Mexmûr de meşek were li darxistin.
Roja 7’ê Adarê bi tevlîbûna tevayî jinên Wargeha Mexmûr bi cil û bergên xwe yên Kurdî wê meşek bi girseyî were li darxistin.
Roja 8’ê Aadrê bi tevlîbûn tevayî gelê Wargeha Mexmûr û mêhvanên ji derve wê şahiyek bi coş li ciê Navenda Çand û Hunerê were li darxistin.