Bermahiyên xirbeyan dirjînin cihê ku kon lê hatine vedan!

Li Samandagê bermahiyên xirbeyan, ji aliyê AFAD’ê ve li ber konên ku li kêlaka peravê hatine vedan tên rijandin. Welatî diyar dikin ku pirsgirêk tenê bi vê rewşê re sînordar namîne, nexweşiyan li cihê kon lê hatine vedan dest pê kirine.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Hatay-  Welatiyên li navçeya Samandaga Hatayê ku di meha dawî de bi 3 erdhejên mezin zirarê dît, hewl didin di nava konan de jiyana xwe bidomînin. Gelek welatî nikarin xwe bigihîjînin konan, kesên ku ji erdhejê xilas bûne jî diçin konên ku ji aliyê AFAD'ê ve hatine vedan, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Bermahiyên xirabeyên hilweşiyayî li ber cihê kon lê hatine vedan, li kêleka perava li navenda navçeyê hatiye avakirin tên rijandin.

Bermahiyên ku li ser riya konan tên rijandin dibin sedema temgasiyên mejin. Her sibe bi kamyonan bermahiyên xirbeyan tînin li herêmê dirijînin. Ji ber xwelî û xubara ku ji wan bilind dibe kesên di konan de dimînin bi seatan nikarin derbikevin derve. Hat diyarkirin ku li cihê zarok, jin, nexweş û extiyar li konan dimînin, bi hefteyan e xebatên rijandina bermahiyên xirbeyan didome û mexdûrên erdhejê ji ber vê rewşê giliyê cihên pêwîst kirin. Leyla Gumuş a ku li wê derê dijî wiha got: "Erdhejê nekuşt lê dê ev toz me bikuje.”

'Em ji ber tozê nikarin zarokên xwe li vir bihêlin'

Leyla Gumuş a mexdûrê erdhejê, diyar kir ku ji ber li cihê kon hatine vedan dimîne, meheke konê nadin wê û wiha axivî: “Wek welatiyek ji Samandagê ji erdhejê xilas bûm ji ber xirbeyên ku li vir dikevin em bêzar in. Em nikarin pitika xwe bînin vir û zarokên xwe li vir bihêlin. Bila demildest vê pirsgirêkê çareser bikin. Bila an konê me bar bikin an konteynirek bidin me, yan jî van bermahiyên xirbeyan bikşînin cihekî din.”

'Em ji ber erdhejê nemirin lê xuya em ê ji ber nexweşiyan bimrin'

Leyla Gumuş, bal kişand ku li cihê konan, nexweşiyan dest pê kirine û got ku zarok gelek caran bi kuxikê dikevin û îshal dibin. Leyla Gumuş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Zarokên me, pitikên me hemû bi astim û bronşîtê dikevin. Ew du roj in min dayika xwe rakiriye nexweşxaneyê. Ez bi xwe dikuxim û piştî erdhejê cara ewil zaroka xwe tînim vê derê. Cara yekem bû ku ez dikarim bi zarokê xwe re werim vir. Yan cihê me biguherînin an jî cihê ku ev xirbe lê tên rijandin biguherînin. Bila pir lezgîn ji wan herduyan re çareseriyek bibînin. Ger em ji erdhejê nemirin em ê ji vê nexweşî û tozê bimirin. Hemam û tuwalet jî li vir pirsgirêkek cidî ye. Li vir bi hezaran kes hene lê tuwalet têrê nakin. Mirov li vir rêz dibin, her saetê rêz heye. Ez niha li benda tuwaletê me. Bila çareyek ji van pirsgirêkan re bibînin. Li ser konan binêre, hemû toz in.”