Beriya destura tenduristiyê ya Shahnaz Sadeghîfar biqede dubare hat girtin

Aktîvîst siyasî Shahnaz Sadeghîfar ku bi dayîna 200 Milyon Tomena Îranî destûra tenduristiyê ya demkî bikar da anî û beriya bidawîbûna îzna xwe careke din hat girtin, hati şandina Girtîgeha Urmiyê.

Navenda Nûçeyan - Aktîvîst Shahnaz Sadeghîfar ku 17 meh in li Girtîgeha Urmiyê ya Îranê girtî ye, bi dayîna 200 milyon tumenî destûra tenduristiyê ya demkî girt. Aktîvîst Shahnaz Sadeghîfar ku mafê wê yê 9 mehan destûra bizîşkî hebû, hêj 6 meha xwe tijî nekiribû, jî birima Îstixbarata Urmiyê re hat gazîkirin û li vir hat girtin.
Li benda roja emeliyatê bû 
Çavkaniyên mafên mirovan fikarên xwe anîn ziman û diyar kirin ku aktîvîst Shahnaz Sadeghîfar ku bi destûra bijîşkî ye, tevî ku li navenda bizîşkî ya Şîrazê li benda roja emeliyatê bû û destûra wê ya bijîşkî bi dawî nebû hat girtin. Her wiha hat ragihandin ku girtiyê siyasî ya ku li benda dermankirinê ye, nîşaneyên nexweşiya mantara reş heye.
Bi keça xwe re hat girtin
Hat ragihandin ku Shahnaz Sadeghîfar û keça wê Ainaz Zare hatin desteserkirin û birin beşa jinan a Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê û ji ber sûcê “Tevgera li dijî ewlehiya neteweyî” 5 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Çavkaniyên mafên mirovan jî parve dikin ku Ainaz Zare li Dadgeha Cezayê Asliye ya Zarokan û Ciwanan a Urmiyeyê hatiye darizandin û bi îdiaya "Tevgera li dijî ewlehiya neteweyî" 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, der barê jinûvegirtina dayik û keça wê de wisa difikirin ku xwestiye "tolhildanê" bigre. Ainaz Zare piştî ku 16’ê Mijdara 2020’an de 15 meh ceza girtibû razaye hatiye berdan.
Çi qewimîbû?
Aktîvîsta siyasî Shahnaz Sadeghîfar û keça wê Ainaz Zare çend sal berê çûbûn Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê û ev çend sal in di nav Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) de kar û xebat meşandine. Li ser daxwaza malbatên wan li vegeriyan welatê xwe li Baneyê dema ji aliyê hêzên sînor ve hatin binçavkirin. Lêpirsîna dayik û keça ku 2 meh in di bin çavan de man di bin îşkenceyê de berdewam kir. Çavkaniyên mafên mirovan radigihînin ku Shahnaz Sadeghîfar û keça wê Ainaz Zare ji dema binçavkirina xwe heta niha gelek caran rastî binçavkirin, lêpirsîn û îşkenceyê hatine. Tê gotin ku hewldanê Shahnaz Sadeghîfar bi Muhafizên Şoreşê re “hevkariyê” bike û hewl dane bi îşkenceyê “îtiraf” bigrin û bi jiyana keça xwe hatiye tehdîtkirin.