Berfîn Polat hat girtin

Endama MYK’ya SGDF’ê Berfîn Polat dema ku ji bo îfadeyê çû Edliyeya Stenbulê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin.

Stenbol-Endama Koordînasyona Navendî ya Jinên Ciwan ên Azad (OGK) û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat, di 22’yê îlonê de dema ku ji bo îfadeyê çû Edliyeya Stenbolê hate binçavkirin, duh sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin. Berfîn Polat, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hat kirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin.

Berfîn Polat, di hilbijartinên 14’ê gulanê de namzeda parlamentera Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk bû.

SGDF’ê der barê girtina Polat de li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û da zanîn ku wê têkoşîna wan bidome.