Berdevka TJA Ayşe Gokkan sewqî girtîgeha Sîncanê kirin
Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat girtin, hat zanîn ku bi zorê sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/03/20230302-20230302-1611848521931-ayse-gokkan-jpgf3501e-image-jpgbee949-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat girtin, bi zorê sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê hate kirin. Hat zanîn ku li gel Gokkan, girtiyên bi navên Dîlan Dag, Emîne Abîş, Emîne Erol, Berîtan Yaşar, Zerîfe Can û Rozerîn Soyler jî surgunî girtigehên cûda hatine kirin.
Emîne Abîş li gel Gokkan sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatiye kirin lê nayê zanîn bê ka girtiyên din şandine kîjan girtîgehan.