Berdevka Ragihandina YPJ'ê hûrguliyên du rojan ên operasyonê eşkere kir

Berdevka Ragihandina YPJ'ê Rûken Cemal Qonaxa sêyemîn a Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" nirxand û got ku hêzên wan hejmarek DAIŞ’î girtine.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Operasyona ku 27'ê Çileyê de di beşa herî xeter a Kampa Holê ya Kantona Cizîrê de ku ew kamp hemû bi fikrên radîkal sor dike ango beşa Mûhacîratan de dest pê kir, heta niha berdewam dike. Berdevka Ragihandina YPJ'ê Rûken Cemal hûrguliyên du rojan ên operasyonê nirxand.

Bi pêşengî û fermandariya YPJ'ê rêveçûna operasyona mirovî û ewlehiyê

Rûken Cemal got ku Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bi pêşengî û fermandariya YPJ'ê hatiye destpêkirin û wiha bal kişand ser sedema destpêkirina operasyona li dijî beşa Mûhacîratan: "Hol xetertirîn kamp ê di cîhanê de, Mûhacîrat jî di kampê de cîhê herî xeter e. Pêwîstî hebû ku xeteriyek bi vî awayî cidî û rêxistinbûyîna ku çêdibû, di dema dawiyê de were berterefkirin. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker, ên asîmanî li ser herêmê di dema dawiyê de pir zêde bûn, gihîşt asta ku endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ên ku ji Qamişloyê ber bi Kampa Holê ve ji bo operasyonê ketibûn rê, bi dronên tirkan werin hedefgirtin. Li hemberî êrîşên nû yên ku dibe li kampê çêbûya û ji bo parastina gel û jinên herêmê, pêwîstiya operasyonê pir zêde bû."

'Çeteyên ku cilên jinan li xwe kiribûn hatin girtin'

Rûken Cemal hûrguliyên du rojan ên operasyonê wiha parve kir: "Beşa Mûhacîrat tenê jinên DAIŞ'ê yên radîkal tê de ne ji lewre ya balkêş di vî beşî de ew e ku çeteyên DAIŞ'ê xwe di bin cilên jinan de veşartibûn, ji aliyê hêzên operasyonê ve hatin girtin. Berî niha serçeteyekî DAIŞ’ê ku dixwest şaneyên terorê ava bike û rêxistina wan xurt bike, hewldana revandina zarokên Eşbal El-Xîlafê ji hundirê kampê kiribû hat kuştin. Ji lewre dîtina serçeteyan ango çeteyên mêr di hundirê beşa Mûhacîratan de balkêş û xeteriyek e. Ji amûrên xêzkirina wêneyan heta lîstokan an jî kevirên zarokan hemû bûne amûrên qetilkirina mirovan û ev nîşaneya radîkalbûna hişmendiya wan dide der. Rola ku van zarokên wekî Eşbal El-Xîlafê mezin dikin dayik in û bi vê tevgerê hewl didin hîmê DAIŞ'ê careke din ava bikin û vejînin."

Madeyên ku pê şûr û mayînan çêdikin di beşa Mûhacîratan de hatin dîtin

Rûken Cemal bal kişand ser jinên ku li bazaran hatine firotin û wiha helwesta YPJ'ê anî ziman: "Çeteyên DAIŞ’ê li her bajarê ku berê xwe danê û destdirêjî li jinan kir û wan li bazaran firotin, wek YPJ jî girîng e ku em bi rola xwe ya pêşengiyê rabin û bi awayekî aktîftir pêşengiya operasyonê bikin. Ji lewre di van du rojan de gelek xendekên ku zarokên Eşbal El-Xîlafê lê vedişartin hatin dîtin, her wiha 5 mayînên ku di nav xwarin û vexwarina xwe de veşartibûn hatin desteserkirin, di nava konan de jî çeperên biçûk ên hatibûn çêkirin hatin dîtin. Diyar e ku jinên çete amadekariyên êrîşên nû li dijî hêzên ewlehiya kampê ango kesên serdana wê dikin, dikirin. Gelek amûrên kuştinê hatin dîtin, madeyên ku pê şûran û mayînan çêdikin jî hatin dîtin û ji aliyê şervanan ve hatin desteserkirin. Di operasyonên taybet de zêdetirî 30 çete hatin girtin û di nav de hejmarek jin jî hebûn."

'Çend jinên ku DAIŞ’ê aktîf dikirin û zarokên Eşbal El-Xîlafê perwerde dikirin hatin girtin'

Rûken Cemal behsa jinên çete yên ku hatine girtin kir û wiha xeteriya hebûna wan jinan bi bîr xist: "Ev çete bi rola perwerdekariya zarokan li ser fikrên radîkal ku ola îslamê weke amûrê îqnakirinê bi kar tînin, radibûn. Jinên ku zarokan di warê fizîkî de di warê çawa dikaribin mirovan qetil bikin, her wiha jinên ku di kampê de tevlîhevî derdixistin hejmarek hatin girtin. Her jinek di vî beşî de berpirsiyar e û em hewl didin hewldanên wan ên ji bo xurtkirina DAIŞ'ê li kampê bi operasyonên wiha têk bibin. Di heman wextê de jî ev çeteyên jin hewl didan zarokên bi navê Eşbal El-Xîlafê di xendekên ku di hundirê kampê de çêkiribûn, heta dawiya operasyonê veşartî bihêlin û tedbîra xwarin û vexwarina wan jî hatibû girtin. Mixabin! Ev zarok wekî amûran jî dihatin bikaranîn û bi riya têkiliya zayendî dixwestin neslê DAIŞ’ê careke din vejînin. Zarokên Eşbal El-Xîlafê yên îro wê ji bo sibê bibûna serçete, ji lewre nêzî 8 zarokên ku hatibûn veşartin ji aliyê şervanan ve hatin dîtin."