Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Tirkiye êdî neçar e riyek hilbijêre
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay diyar kir ku Tirkiye neçar ji bo çareseriyê riyek hilbijer e û bang kir ku hemû kesên azadî û guherînê dixwazin li derdora tifaqa ked û azadiyê kom bibin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230202-20230202-690x390cc-ank-02-02-2023-hdp-sozcusu-ebru-gunay-basin-toplantisi-jpg6b1649-image-jpg6dde64-image.jpg)
Enqere- Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û der barê geşedanên di rojevê de nirxandin kir.
Ebru Gunay diyar kir ku destwerdana li dijî pêvajoya hilbijartinê dest pê kiriye û got: “Her ku em ber bi hilbijartinê ve diçin êrîşên li dijî partiya me û partiyên hêzên sosyalist û derdorên demokratîk zêde dibin. Em doza girtina li ser partiya me jî ji nêz ve dişopînin. Di vir de mesele demokrasiya Tirkiyeyê ye û desthilatdar dixwaze bi van êrîşan rejîma xwe ya faşîst bide avakirin. Di vî warî de êdî Tirkiye ketiye riyek dîrokî û pêvajoyek krîtîk û veqetînê.”
‘Dixwazin dozê beriya hilbijartinê temam bikin’
Ebru Gunay bal kişand ser doza Kobanê û wiha got: “Ji destpêkê ve ev doza kûmpasê gav bi gav têk çû. Wê dozger der barê doza Kobanê de di 6-7-8’ê sibatê de mutalaya xwe eşkere bike. Ev dozek hiqûqî û qanûnî nîn e. Dema em dibêjin mutala jî em behsa belgeyek hiqûqî nakin. Dozger wê metna kûmpasa îqtîdarê û fermana wê deklare bike. Em hemû kirinên wan ên qirêj eşkere dikin. Lewma bi ser partiya me ve tên û em dibêjin hûn ê bêtir bitirsin. Ji ber ku kûmpasên we têk diçin û hûn ê nikaribin ji bin vê rûxandinê rizgar bibin, hûn ê di bin tarîtiyê de bimînin.”
Banga ji bo meşa Gemlikê
Ebru Gunay bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku welat bi van polîtakayên tecrîdê tê birêvebirin û amaje bi meşa Gemlikê ya ji bo Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin kir û wiha got: “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin. Em careke din dubare dikin ku em ê li hemberî tecrîdê têbikoşin. Di vê mijarê de welatên ku derdê wan heye û demokrasiya wan heye û yên ku dixwazin çareserî bi pêş bikeve, em li benda her kesê ne beşdarî meşa me ya di 6’ê Sibatê de were lidarxistin bibin. Ev meş ji bo çareseriyê ye, ji bo pêşeroja welat e. Em hemû kesan vedixwînin meşa xwe.”
‘Ji restorasyonê jî dûr e’
Ebru Gunay der barê beyanmaneya bi navê metna polîtakayên hevbeşya mutabaqatê ku tifaqa gel bi civakê re parve kir de ev nirxandin kir û wiha got: “Tifaqa gel yan jî maseya 6 alî ji pêwîstiyên civakî û guherînên bi kok û çareseriyên bi kok dûr e. Di metna mijara gotinê de der barê qadên bingehîn yên pirsgirêkan de lîsteyek dirêj rêz kiriye. Di vê metnê de gelek pêşniyarên çareseriyê hene û ev pêşniyar ne guherînek bi kok û radîkal e. Ji restorasyona ku AKP’ê xira kiriye jî gelek dûr e.”
Testa samîmiyetê
Ebru Gunay bi bîr xist ku mutabaqata der barê pirsgirêka Kurdan de hevokek neaniye ber hev û wiha got: “Li qadek ku sûcê mirovahiyê bê kirin ne di aliyê daxwazên mafên gelê Kurd ên demokratîk de ne di mijara çareserkirina pirsgirêkên din de testek samîmiyetê ye. Pirsgirêka Kurd beriya her tiştî, pirsgirêka demokrasiyê ye. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin li welat dê qet nikaribin behsa demokrasiyek rast bikn. Ev êdî bûye realîteyek ku hemû civakê qebûl kiriye.”
Banga bejdarbûna tifaqa ked û azadiyê
Ebru Gunay di axaftina xwe de bal kişand ku Riya Sêyemîn a siyasetê di vê demê de tam wê cihê xwe bigre û got: “Ji ber vê yekê em ji bo hemû pirsgirêkên kûr ên Tirkiyeyê çareseriyên herî bingehîn pêşkêş dikin. Projeyên me û îradeya me ya pêkanîna vê heye. Em bang li hemû kesên ku bi rastî guhertin û azadiyê dixwazin dikin ku li dora Tifaqa Ked û Azadiyê û siyaseta Riya Sêyemîn kom bibin.”