Berdana Jiyan Ateş cara çaran hat astengkirin
Berdena girtiya bi nave Jiyan Ateş cara çaran e ji aliyê lijneya îdare û çavdêriyê ve tê astengkirin.
Navenda Nûçeyan- Li girtîgehên Tirkiyeyê tecrîd û bûyerên binpêkirina mafên mirovan didomin. Li gorî daneyên MED TUHAD-FED’ê ji Çileya 2021’ê heta Nîsana 2023'yan tehliyeya 138 girtiyan bi hincetên kêfî hatiye astengkirin. Di demên dawî de jî herî zêde li girtîgehên Tîpa F a Boluyê û Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê înfazên girtiyan tên şewitandin.
Li gorî nûçeya dawî li girtîgeha Sîncanê Jiyan Ateş a ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 12 sal û 9 meh ceza girt û 11 sal û nîv e di girtîgehê de ye, tevî ku di 27’ê Cotmeha 2021’ê de cezayê wê xilas bûye jî nayê berdan.
Jiyan Ateş, ji xwişka xwe Îpek Ateş re bi telefonê gotiye ku ji ber biryara lijneya îdare û çavdêriyê ya girtîgehê, cara çaran e tehliyeya wê tê astengkirin. Îpek Ateş got ku xwişka wê derneketiye pêşberî lijneya îdare û çavdêriyê û da zanîn ku biryar hatiye teblîxkirin. Her wiha ji ber ku “poşman nebûye û derbasî koxuşa serbixwe nebûye” înfaza wê hatiye şewitandin.
Hat diyarkirin ku li girtîgeha jinan a Sîncanê 14 jinên ku înfaza wan hatiye şewitandin hene.